Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin 2021-01-11 10:37:30   MÊRDÎN - Eskeran li Mêrdînê di serdegirtinên malan de 5 welatî binçav kirin.   Eskeran di saetên serê sibê de li Gundê Xelîla yê navçeya Kerboranê ya Merdînê bi ser gelek malan de girtin. Eskeran, di serdegirtinê de bi hinceta ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin Emîne Gevcan (66) û lawê wê Hakîm Gevcan (33), Nezîr Dûman (55) û Fihriye Ercan (74) binçav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Qoserê jî polîsan bi ser mala keça Emîne Gevcan, Arjîn Gevcan (24) de jî girtin û ew binçavkirin.   Hat hînbûn ku eskeran welatiyên binçav kirin birin Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê.