Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû 2021-01-11 12:28:32 AMED - Li çoltera Licê, operasyona eskerî ya piştî kuştina eskerekê û birîndarkirina 3 eskeran hatibû destkirin û gundên herêmê hatibûn dorpêçkirin, bi dawî bû. Hat diyar kirin ku liv û tevgera hewayî hîna jî li herêmê dewam dike.    Hat diyar kirin ku operasyona eskerî ya li çoltera gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişref ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Li çoltera gundên Lîcê, di 9’ê Çileyê de, şer di navgera esker û HPGİ’yan de derketibû. Di şer de eskere hatibû kuştin û 3 esker jî birîndar bibûn. Dûre li herêmê dest bi operasyona eskerî hatibû kirin. Operasyona 3 rojan dewam kir û gelek yekîneyên eskerî beşdar bûn. Di operasyonê de ketin û derketina gundan ji aliyê eskeran ve hat girtin û destûr nehat dayîn ku gundî ji malên xwe derbikevin. Hat destnîşankirin ku  eskerên herêm dorpêç kirin, gundê bi kuştinê tehdît kirin.    KESEK HAT GIRTIN    Piştî ku herêm di çarçoveya operasyonê de hat dorpêçkirin, polîsan duh li taxa Mişref bi malekê de girtin, Azîze Bozkûş a 60 salî û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş binçav kiribûn. Azîze Bozkûş piştî ku li Miduriyeta Polîsan a Lîcê îfade da hat berdan, lê hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.   YEKÎNEYÊN TAYBET BI WESAYÎTÊN SÎVÎL DIGERIN   Hat, ragihandin ku bi paşve vekişandina eskeran re, yekîneyên taybet bi wesayîtên sîvîl li herêmê digerin û herêm bi balafirên bêmirov tên şopandin.    ÎDÎAYA ÎŞKENCEYÊ    Hat, diyarkirin ku welatiyên gundên hatibûn dorpêçkirin, ji aliyê eskeran ve hatine îşkencekirin. Di parvekirinên hastaga “Li Lîcê Îşkencey Heye” yên li ser medya civakî de jî, hat destnîşankirin ku îşkence û mûameleyên xirab li gundiyan hatine kirin.   Di medya civakî de, di dîmenên bi serdegirtina malekê ku hat îdîakirin ku aydê malbata Bozkûşe de, hemû alavên malê hatine belavkirin û deriyê malê hatiye şikandin.     Walîtiya Amedê, piştî ku bûyer li raya giştî belav bû, daxuyaniyek da û ev îdîa qebûl nekirin.