Li Wanê qezaya trafîqê 2021-01-11 14:10:51   WAN – Li navçeya Artemêtanê 2 mînîbus li hev qelibîn û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê de 11 kes birîndar bûn.    Minîbusa bi pîleqayea 65 NK 412 ku ji Wanê ber bi navçeya wê Artemêtan ve diçû, li minîbusa bi pîlaqeya 65 NR 122 ber bi heman aliyê ve diçû qelibî û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê de 11 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê komên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li derdorê.    Ji ber qezayê rê ji bo demekê girtî ma û piştre bi rakirina wesayîtan re ji trafîqê re vebû.