ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN 2021-01-12 09:00:31   * Bertîl û gendeliya ku li Amedê hatiye kirin aşkere bû. Pereyên li cem zêrfiroş, navenda werzîşê û pereyên ji bo bitcoinê hatine razandin hatin desteserkirin.    * Derûnas Ebrû Sorgûn, diyar kir ku zext û tahde dibin sedema tarvamayên civakiyî yên telafîkirina wan tuneye û got: "Gava peymana civakiyî xera bibe, herî zêde dê jin bandorê jê bigirin."    * Akademîsyen Atilla Guney, anî ziman ku armanca polîtîkaya qeyûm ew e ku muxalefet bê berterefkirin û hedefa ewil a qanûna qeyûman jî kurd in. Esra Erguzeloglû jî destnîşan kir ku zanîngeh wekî girtîgehan tên birêvebirin.    * E.B. ku bi tahde, gefxwarin û êrîşa zayendî ya Remzî N.'yê ku jê re gotibû "li midûriyeta polîsan kekê min heye" maye, anî ziman lêpirsîn bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye û ev yek jî ji bo wê bûye sedema fikaran.    * Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anî ziman ku kurd divê dersê ji dîrokê bigirin û bi yek bin û got: "Yekîtiya kurdan, azadiya kurdan e. Bila kurd hemû bibihîsin ku, jinên kurd di warê yekîtiyê de bi xwe bawer in."    * Danişîna ewil a doza Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr ên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê were lidarxistin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê de qewimîne dê bi civînek çapameniyê ya li avahiya xwe eşkere bike.  (11.00)   * Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê li dijî tayînkirina rektorê qeyûm protestoyên xwe bidomînin. (12.00)   * Şaxên SES'ê yên Stenbolê û Odeyên Bijîşkan a Stenbolê ji bo heqê wan ê pêvek nayê razandin û vî heqê xwe bixwazin dê li ber Nexweşxaneya Îlkyardim a Taksîmê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê têkildarî dersa hilbijartî ya dîn ku derdixin pêş dê daxuyanî bidin. (13.30)