Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne 2021-01-12 11:03:13   MÊRDÎN – Ji kesên ku duh di serdegirtina malan de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin yek jê hat berdan û yek jê ducanî 2 jê jî temen mezin bi giştî 3 jin jî hê di bin çavan de ne.   Duh li navçeyên Kerboran û Qoserê bi serdegirtina malan de jina 74 salî Fihriye Ercan û jina 65 salî Emîne Gevcan re gelek kes bi sûcdariya “alîkariya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku ji kesên hatine binçavkirin Arjîn Gevcan (23) ducaniya 3 mehan e.    Li gorî agahdarjirina cendirmeyan a çapameniyê derbarê 25 kesan de biryara binçavkirinê heye ûheta ji van 25 kesan 22 kes jê hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de cerdevan jî hene û 10 kesên binçavkirî li Qereqola Bajar a Cendirmeyan a Mêrdînê tên girtin.    Li aliyê din hat hînbûn ku gotingirtina binçavkiriyan dest pê kiriye û welatiyê bi navê Hakîm Gevcan piştî ku gotingirtina wî ya qereqola cendirmeyan temam bûye hatiye berdan.