Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke 2021-01-12 11:59:16   WAN – Qeyûmê Şaredariya Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ji ber 9 milyon TL deyn nehatiye razandin, dê doza îcrayê li Namzetê Serokatiya Şaredariya Wanê yê AKP’yî yê berê Necdet Takva veke.    Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ê di 19’ê Tebaxa 2019’an de wek qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê doza îcrayê li li Namzetê Serokatiya Şaredariya Wanê yê AKP’yî yê berê Necdet Takva veke. Bîlmez di civînek rojnamevanan de bersiva pirsa têkildarî Şîrketa Çandiniya Organîzeyê ya Wanê (VOTAŞ) da. Bîlmez diyar kir ku ji ber Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necet Takva û Serokê VOTAŞ’ê Yavûz Kahraman deynên hîseyên VOTAŞ’ê ku aydî şaredariyê ne kirîne û nedane dê doza îcrayê li wan veke.