Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin 2021-01-12 13:14:14   AMED – Cendirmeyan bi ser gundê Hindêsê yê Farqînê de girt û birayên hev Mehmet û Farûk Îkîncîsoy binçav kirin.    Li gundê Hindêsê yê navçeya Farqînê ya Amedê, cendirmeyan bi ser malan de girt û birayên hev Mehmet û Farûk Îkîncîsoy binçav kirin. Hat hînbûn ku cendirmeyan dema serdegirtinê de malê ji hev xistine û her dû birayan derp kirine. Piştî lêgerîna ku li malê pêk anîn cendirmeyan birayên hev Încîsoyan li wesayîteke sivîl siwar kirin û nayê zanîn ku wan bi kuderê ve birine.