‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’ 2021-01-12 15:21:30   AMED – Hevjîna Mehmet Îkîncîsoy ku li Farqînê hatibû binçavkirin Guler Îkîncîsoy, diyar kir ku cendirmeyan bi 7 maşîneyên zirxî bi ser mala wan de girtine û ev tişt got: “Bi çekan ketin malê, zarokên me ji tirsa giriyan.”   Li gundê Hindêsê yê navçeya Farqînê ya Amedê, serê sibehê cendirmeyan bi ser malan de girtibû û birayên hev Mehmet û Farûk Îkîncîsoy binçav kiribûn. Leşkeran li malê lêgerîn pêk anîbûn û bi derpkirinê her dû birayan binçav kiribûn.    ‘ZAROK JI TIRSA GIRIYAN’    Hevjîna Mehmet Îkîncîsoy ku li Farqînê hatibû binçavkirin Guler Îkîncîsoy,  derbarê kêliya serdegirtinê de axivî û ev tişt gotin: “Di saetên zû yên serê sibehê de bi ser mala me de girtin. Bi 7 maşîneyan mala me dorpêç kirin. Bi çekan ketin hundir, zarokên me ji tirsa giriyan. Berî ku lêgerîna li malê bi dawî bibe hevjînê min kirin wesayîteke sivîl birin. Agahiya me nîne ku bi kuder ve birine. Wê heta 24 saetan destûr nedin bi kesî re hevdîtin bike.”