Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin 2021-01-12 15:49:10   RIHA – Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku endamê DAIŞ’ê yê teqemenî ji bo komkujiyên Pirsûs û Sûltanahmedê temîn kiriye hatiye girtin.    Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku endamê DAIŞ’ê yê teqemenî ji bo Komkujiya Pirsûsê ya di tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat û 33 kes jiyana xwe ji dest dan û Komkujiya Sûltanahmeda Stenbolê di sala 2016’an de pêk hat û 10 kesan jiyana xwe ji dest dan temîn kiriye, li Rihayê hatiye girtin. Wezaretê diyar kir ku bi operasyona hevpar a Miduriyeta Polîsan a Rihayê û MÎT’ê, Azzo Halaf Suleyman El Aggal ê endamê DAIŞ’ê ye li Rihayê hatiye girtin.