Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn 2021-01-12 15:57:21   DÎLOK - Li Dîlokê, di doza derbarê çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmehê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû vekirin, cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn.     Danişîna biryarê ya doza derbarê çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li Dîlokê rû dan û 5 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabûn û 42 kes jî birîndar bibûn de hatibû vekirin, hat dîtin. Danişîna doza derbarê 10 kesan de hatibû vekirin a biryarê, di 5’ê Çileyê de, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat lidarxistin.    Di danişîna ji dosyaya dozê kes ne girtiye de, ji bo 7 kesan bi îdîaya “Yekitiya welat û dewletê xirab kirin” cezayê muebetê û ji sê sûcên cuda jî, bi giştî 3 sal, 6 meh û 14 roj cezayê girtîgehê hat birîn.    Ayhan Işik û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Bersûcên din beşdarî danişînê nebûn. Di danişînê de parêzerê Işik û parêzerên bersûcên din, daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. Dozger daxwaza xwe ya cezakirina bersûcan dûbare kir. Dadgehê piştî navberek kurt cezayê muebetê li Ayhan, Îmam, Îbrahîm, Mehmet û Mûhîttîn Işik ên kur ap û birayên hev, Mehmet Caymaz û Îzzet Nas birî.    Dadgejê, di heman demê de, ji sê sûcên cuda jî, bi giştî 3 sal, 6 meh û 14 roj cezayê girtîgehê li 7 kesa birî û derbarê wan de biryara girtinê da. Ayhan Işik ê beşdarî danişînê bibû, hat girtin û şandin girtîgehê.   Şandeya dadgehê, li aliyê din ji bo N.U., A.I., û A.K. ên dihatin darizandin jî, biryara beraetê da.