‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’ 2021-01-12 16:13:26   MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Tarsûsê, bertek nîşanî arastekirina ku di hin dersên bijarte de pêk tê da û ev tişt got: “Em pêkanînên nasname, çand û zimanên cuda red dikin, dersên navê wan bijarte lê esas bi darê zorê ne qebûl nakin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Tarsûsê, têkildarî arastekirina hin dersên bijarte yên olî yên ji bo xwendekarên lîse û dibistana navîn li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Tarsûsê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Em ferzkirina dersên bijarte naxwazin. Ji ferzkirina dersên olî re na” hat daliqandin. Di civînê de Seroka Şaxa Egîtîm-Sen’ê Yasemîn Yucel axivî û diyar kir ku divê dersên bijarte bi vîna xwendekeran bên hilbijartin.   ‘NAV BIJARTE YE LÊ BI ZORÊ YE’   Yucel, vê nivîsa “dema dersa bijarte nehat hilbijartin wê rayedarên dibistanê dersê hilbijêrin” ku ji dibistanan re hatiye şandin bi bîr xist û wiha got: "Hilbijartina dersên bijarte divê li gor eleke û qabîliyeta xwendekaran be. Lê her carê rewşa mamosteyan hêcet tê nîşandan û hin dersan xwendekaran bi zorê didin bijartin. Pêkanînên nasname, çand û zimanên cuda red dikin, dersên navê wan bijarte lê esas bi darê zorê ne û nayên qebûlkirin."