Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye 2021-01-12 16:36:48   MÊRDÎN – Li Mêrdînê 8 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî kirariyên xwe yên li qereqola cendirmeyan hatin berdan. Hat diyarkirin cendirme daxwaza ava paqij a jina 3 ducanî Arjîn Gevcan ku di bin çavan de ye nabersivînin.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê duh cendirmeyan bi ser malan de girtibû û bi hinceta ku “piştgiriya rêxistinê” 22 kesan binçav kiribûn. Piştî kirariyên xwe yên li qereqola cendirmeyan 8 kes hatin berdan û 14 kes jî hê di bin çavan de ne. Hat hînbûn ku lêpirsîn ji aliyê 2 dozgeran ve bi 2 dosyayên cuda tê birêvebirin û ji 14 kesên hatine binçavkirin jî 13 jê temanê wan di seriya 50’yî de ye. Her wiha yek jê 74 û yek jê jî 65 salî 2 jin Û jineke 3 meh ducanî jî di bin çavan de ne.    ‘AVA PAQIJ NADIN’    Hat diyarkirin ku cendirme ava paqij nadin kesên di bin çavan de û ava kaniyê li wan ferz dike. Li gel hemû daxwazên jina ducanî Arjîn Gevcan jî cendirme av û amûrên paqij nadinê. Bi hinceta xetereya vîrûsa koronaye hemû girtî li cem hev tên hiştin.