Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin 2021-01-12 16:43:52   AMED - Welatiyên gundê Licê yên eskeran di operasyonê de gundê wan dorpêç kir û zext li wan kir, qala tundiya eskeriyê kirin. Gundiyan anîn ziman ku eskeran tundî li wan kir û gefên “Em îro hatin çaya we vexwin. Em ê sibê bên we bibin" li wan xwarine. Gundiyan destnîşan kirin ku piştî her operasyonê esker bi ser gundên wan de digirin.    Di 9'ê Çile de li çoltara Lîcê esker derketibûn operasyonê û şer derketibû. Di şer de eskerek hatibû kuştin û 3 esker jî birîndar bûbûn. Piştre eskeran dora gundê Cinezur, Derxust, Hiseynîk, Mişrefê operasyon li dar xistin û gund dorpêç kirin. Eskeran 3 rojan gund dorpêç kirin. Eskeran li Gundê Mişrefê bi ser gelek malan de girt û welatî Azize Bozkuş binçav kirin û piştre serbest berdan. Eskeran hevjînê Azîze Mehmet Şah Bozkuş jî bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê. Welatiyan anîn ziman ku piştî operasyonê esker bi maşîneyên sivîl li herêmê digerin û îşkence kirine. Walîtiya Amedê jî ev yek derewand.    HDP'Ê HEYET ŞAND GUNDAN   Piştî operasyona eskerî rêxistina HDP'ê ya Amedê heyetek şand gund û li herêmê lêkolîn kir. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Remziye Tosun li gel rêveberên HDP'ê çûn gundê Mişrefê. Eskeran di ketina gund de heyet sekinand û nasnameyên endamên heyetê di GBT'ê re derbas kirin. Heyeta HDP'ê piştî kontrola eskeriyê çûn mala Mehmet Şah Bozkuş û malbat ziyaret kirin. Dema heyeta HDP'ê çû gund û malbat ziyaret kir, eskeriyê jî bi maşîna sivîl gav bi gav heyet şopand.    'EM Ê SIBÊ BÊN WE BIBIN    Heyetê di ziyaretê de li Keça Bozkuş Seçil Bozkuş guhdar kir. Seçîl Bozkuş, anî ziman ku li herêmê her ku eskerî derdikevin operasyonê bi ser mala wan de digirin û zorê li wan dikin ku bibin sîxur û wiha got: "Di roja ewil a operasyonê de esker hatin mala me û lêgerînek normal kirin. Roja ewil eskeran bi ser mala me de girtin û li hewşa mala me geriyan. Piştre eskeran çay ji me xwestin. Me çay da wan. Piştî eskeran çay vexwar gotin: "Em îro hatin çaya we vexwin. Sibê em ê bên we bibin. Roja dîtir di saetên şevê de hatin mala le. Bi ser mala de de girtin. Dayika min (Azize Bozkuş) li maşîna zirxî kirin. Em hemû li hewşê li ser betonê dan dûniştandin. Bavê min nexweş bû û ji ser halê xwe çû. Piştre eskeran bavê min û maşîna wî birin qereqolê. Eskeran bavê min ji bo operasyonê birin qereqolê. Piştre ji dosyayek din binçav kirin. Bavê min li dadgehê girtin û şandin girtîgehê.    Heyet piştre çû Gundê Dêrxustê û bi gundiyan re hatin cem hev. Gundiyan anîn ziman ku eskeran serê sibê dîsa bi ser gund de girtine û welatî Siddik Ozkan (63), Ferhat Ozkan û Omer Yildirim binçav kirine. Malbata Ozkan anî ziman ku bi dehan eskeran gund dorpêç kirin û roja operasyonê eskeran li nava gund nasnameya welatiyan di GBT'ê re derbas kirin. Malbata Ozkan, anîn ziman ku serê sibê eskeran bi ser mala wan de girtiye û gefa 'Me şehîd dan em vê yekê ji were nahêlin" li wan xwariye.    Heyetê piştî ziyaretan anîn ziman ku ew ê geşedanên li herêmê bişopînin û vegeriyan.