Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin 2021-01-13 08:01:28   AMED - Kalê 82 salî Mehmet Emîn Ozkan ê 24 salin girtî tê darizandin, dê sibê di 14'ê çile de li Dadgeha Edeneyê bê darizandin.    Kalê 82 salî Mehmet Emîn Ozkan ku 24 salin girtî tê darizandin, dê sibê di 14'ê Çile de li Edliyeya Edeneyê derkeve pêşberî dadgehê. Mehmet Emîn Ozkan niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. Ozkan 24 salin girtî ye û gelek gelek nexweşi pêre heye. Malbat û parêzeran xwest hem ji ber temenê wî û hem jî ji ber nexweşiyên wî Ozkan bi lez bê berdan. Malbatê banga hestiyariyê li hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan kir ku li danişîna Ozkan xwedi derkevin.