Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye 2021-01-13 09:03:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di guhdarîkirinên telefonan de yên derbarê fuhûş, şantaj û nelirêtiya Mala Mamosteyan a Amedê de navê hin rojnamevanan jî derbas dibe.  Piştî ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê yê berê Feysel Taşçier, mamoste S.D. û karmend H.E.T. gilî kirin, gendelî û nelirêtiya li Mala Mamosteyan a Amedê û Dibistana Hunerê ya Êvarî hatiye kirin derket holê. Piştî gilîkirinê Serokê Egîtîm Bîr Sen û Memûr Sen a Amedê ê berê û Midûrê Mala Mamosteyan a Amedê Yûnûs Memîş, rêvebirên saziyê, Cîgirê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ê berê Serkan Batûr, Prof. Dr. Kemal Çelen, Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû û kardêr Yûsûf Vûral, Şeyhmûs Mete, Nîhat Guneş jî di nav de 26 kes ji ber vê gendelî û bertîla hatiye stendin hatin darizandin. Derket holê ku hin rojnamevan jî daxilî nav vê nelirêtî û gendeliyê bûne.    Hat hînbûn ku hin bersûc bi rêya xizmên xwe yên rojnamevan bi ser Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Feysel Taşçier de çûne. Axaftin û tapeyên vê yek di dosyeya lêpirsînê de cih digirin. Her wiha li gor hin îfadeyan jî rojnamevanên navê wan derbas dibin ji ber bejenwendiyên xwe yên siyasî û aborî teref girtine.    HER DU ZAVAYÊ WÎ JÎ DI DOSYEYÊ DE NE    Xwediyê Rojnameya Diyarbakir Soz û nivîskarê rojnameyê Mehmet Alî Altindag û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Omer Buyuktîmûr jî daxilî nav dosyeya lêpirsînê bûne. Altindag, xwezûrê bersûcê dosyeyê Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar û Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mûstafa Kemal Çelen e.    Feysel Taşçier piştî gilî kiribû, di îfadeya xwe ya 24'ê Îlona 2019'an de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gotibû: "Nêzî 6 meh in ez Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê me. Ji roja ku min dest bi vî karî kiriye heya niha bi buxtan û şantajan re rû bi rû dimînim."    BI NÛÇE Û NIVÎSAN EW KIRIN HEDEF    Yek ji bûyerên ku Taşçier wekî "buxtan û şantajên" pûç bi nav dike jî "Kursa Hijyenê" ye ku li navçeya Şankûşê hatibû destpêkirin. Hatbû gotin ku di kursa ku di Adara 2019'an de dest pê kiriye nêzî deh hezar kes pere razandiye û bi pereyan sertîfîke stendin. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê A.C. û Midûrê Perwerdehiya Gel M.T. ji peywirê hatibûn dûrxistin.    Cara ewilî Rojnameya Diyarbakir Soz ev yek kiribû nûçe. Xwediyê rojnameyê Mehmet Alî Altindag jî di nivîsa xwe ya 20'ê Tebaxa 2020'an de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Taşçier kiribû hedef. Her wiha Gerînendeyê Weşana Giştî yê Diyarbakir Sozê Omer Buyuktîmûr jî di nivîsa xwe ya 26'ê Tebaxa 2019'an de Taşçier kiribû hedef.    QEYDA DENGÊ WÎ SERWÎS KIRIN    Piştî ku Taşçier di 24'ê Îlona 2019'an de çûye gilî kiriye, di 1'ê Mijdarê de qeyda dengekî ku tê derpêşkirin dengî wî ye li ser Youtubeyê hatibû serwîskirin.(https://www.youtube.com/watch?v=T2RxMJs4Gn4) Piştî ev deng hatibû serwîskirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Laboratovara Krîmînalê ya Cendirmeyan raporek amade kiribû û di raporê de hatibû diyarkirin ku qeyd ne orîjînale, hin deverên wê hatine qutkirin û manîpulekirin.    Li gel vê hevdîtinên telefonê ya Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Diyarakir Sozê Omer Buyuktîmûr jî hatine guhdarîkirin.    Her wiha di dosyeya lêpirsînê de hevdîtinên bi telefonê yên Yûnûs Memîş û Nûnerê Peyasê yaê Egîtîm Bîr-Senê B.S. jî hatine guhdarîkirin. Di van hevdîtinan de ji bo kesên derbarê Memûş de lêpirsîn dane destpêkirin heqaret û sixêf hatine kirin û bi malbata Altindagê gef hatine xwarin.    'MALBATA XEZÛRÊ MIN MEZIN E'    Bersûcê dosyeyê Mûstafa Yaşar, di îfadeya xwe de ji bo van hevdîtinan wiha gotiye: "Bı qasî ku ez dizanim Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ay Bajêr û Yûnûs Memîş ketine qirika hev. Yanî her duyan jî çav berdaye meqamên hev du. B.S. jî ji ber ku rayedarekî sendîkayê ye, dixwaze wan li hev bîne. Di axaftinê de navê min jî derbas bûye. Sedema vê jî ew e ku malbata xezûrê min malbateke mezin e. Lewma xwestiye bi vê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî çavtirsandî bike."    Bersûc Yûnûs Memîş jî di îfadeya xwe de behsa hevdîtina xwe ya bi B.S. re kiriye û wiha gotiye: "Ji ber ku B.S. serokê me yê sendîkayê ye, min pê re xeber da. Samîmiyeta wî bi kesê bi navê F. re heye. Çûye cem vî kesî da ku di bin tesîra Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr de nemîne û jê xwestiye mesele bi awayekî adil û li gor qanûnê bê helkirin."    Çendî ku tape û qeydên telefonê yên nivîskarê Rojnameya Diyarbakir Sozê û xwediyê wê Mehmet Alî Altindag û Gerînendeyê Weşana Giştî hene jî, lê belê di çaçroveya lêpirsînê de îfadeya wan nehatiye girtin.