Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye 2021-01-13 09:10:01 WAN - Hevserokên DBP'a Wanê ku ji ber daxuyaniya girseyî ya derbarê yekîtiya neteweyî de îfade dan, gotin: "Çi dibe bila bibe em ê dev ji yekîtiyê bernedin. Azadiya me, girêdayî yekîtiya me ye."  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8'ê Çileyê de bi dirûşmeya "Niha dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye" meşeeke girseyî li dar xistibû û daxuyaniyek dabû. Derbarê meş û daxuyaniyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hevserokên bajêr Çetîn Ûyar û Gulderen Varli di çarçoveya vê lêpirsînê de îfade dan. Hevserokan duh na pêr li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îfade dan.    Hevserokê Çetîn Ûyar, anî ziman ku çendî ku mudaxile hatibe kirin jî derbarê yekîtiya neteweyî de peyamek girîng dane û got: "Beşdarbûyîn xurt bû. Lê belê mudaxile kirin. Cardin jî me bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî." Ûyar, bilêv kir ku li midûriyeta polîsan dîmenên ku ew tê de ne rê wan dane û armanca îfadeyê perçeyeke polîtîkaya "tepisandinê" ye. Ûyar got: "Me heqên xwe yên hiqûqî bi kar anîn. Walîtî 15 rojan carekê qedexeyan datîne. Ev qedexe tenê ji bo HDP û DBP'ê derbasdar in. Me bi çavê xwe dît ku AKP'ê di dema pandemiyê de bi 5-6 hezaran kongre li dar xist. Ji bo protestoya Azerbêcanê li Meydana Beşyolê bi hezaran mirov daxuyanî dan û meşiyan. Çima walî beg kesî neda ber lêpirsînê? Li Wanê partiya îqtidar a me ye. Wexta me serlêdan kir, walî diakribû hevdîtinê bi em re çêbike. Lê gava HDP û DBP be esas nagirin. Em vê yekê qebûl nakin. Midûriyeta polîsan û walîtî divê helwesta xwe biguherînin."    ‘AZADÎ Û YEKÎTÎ'    Hevserok Gulderen Varli jî destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî bivê nevê ye û lewma bi awayekî girseyî daxuyanî dane. Varli, bilêv kir ku li midûriyeta polîsan ji wan pirsîne "we dirûşme berz kirine, we li çepikan xist an na?" Varli got: "Em baş dizanin ku armanca vê yekê çi ye û ji bo çi gazî me kirine. Çi dibe bila bibe em ê dev ji yekîtiyê bernedin. Azadiya me, girêdayî yekîtiya me ye. Divê em bibin yek."