Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike 2021-01-13 09:11:14 STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, zimanê çapemeniyê yê li hemberî penaberan tê bikaranîn wekî "rengevdana nêrîna hikûmetê" pênase kir û bilêv kir ku ev nêrîn nîjadperestiyê gur dike.  Li gor rapora Kanûna 2020'an a Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Tirkiyeyê nêzî 3.6 milyon penaberên sûriyeyî hene. Her wiha di serî de Afxanîstan û gelek welatên din jî 330 hezar penaberên din li Tirkiyeyê hene. Îqtidar a ku van penaberan li hemberî Ewropayê bi kar tîne, wan mehkûmî şert û mercine zehmt kiriye. Zimanê nefretê yê ku çapemenî li hemberî penaberan bi kar tîne jî şert û mecên jiyanê zehmtir dike. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz zimanê çapemeniyê yê li hemberî penaberan tê bikaranîn nirxand.    NÊRÎNA ÇAPEMENIYA HEWZÊ    Akdenîz, diyar kir ku çapemenî di warê nûçeyên derbarê penaberan de dibe sê beş. Akdenîz, bilêv kir ku yek jê nûçeyên "çapemeniya hewzê" ne ku li ser asasê nêrîna îqtidarê tên çêkirin û ev derdorê bi mantiqa "ew xwişk û birayên me yên dîn in, bila dile me bi wan bişewite, em wan biparêzin" û got: "Ev kes, ji bo mafên penaberan tiştekî nakin. Heta nayê bîra wan ka penaber tiştekî dixwin an na. Zimanekî wekî 'heger penaber îtiraz bikin em ê wan bişînin' bi kar tînin."    ZIMANEKÎ CIHÊ KAR    Ercument, anî ziman ku kategoriya dudoyan jî "çapemeniya netewperest" e û got: "Helwesta van jî zimanekî cihêkar e ku dibêjin 'Heya tirk hebin, çima em ê aliyê wan bikin, em wan bişînin, heya karkerên tirk hebin, ma çima em ê penaberan biparêzin.' Heta hin partiyên siyasî hene, vê yekê ji bo hesabê xwe yên dengan jî bi kar tînin. Ji ber vî zimanî êrîşên nîjadperest çêdibin."    Ercument, bilêv kir ku kategoriya dawî jî helwesta çapemeniya azad e û got: "Ev jî tim behsa mafên penaberan dikin. Bêyî ku cihêkariyê bikin, nûçeyên derbarê mafên wan de çêdikin."    ŞEWB Û BIRÇÎBÛN    Akdenîz, destnîşan kir ku çapemenî divê ne li gor îqtidarê li gor mafên bingehîn ên mirovan nûçevaniyê bike û got: "Heger dewletek mafên penaberan esas negire, çapemenî divê vê yekê bide ber rexneyan. Çepemenî, divê li hêla penaberan cih bigire û lig or wê nûçeyan çêbike. Li Tirkiyeyê deh sal in mafên 4 milyon penaberî tên xespkirin. Nexasim jî di dema pandemiyê nikarin debara xwe bikin. Di vê demê de mirina wan ji nedîtî ve hat. Mirine, sax in, kes nizane. Civakeke di nava mirina ji ber şewbê û birçîbûnê de asê maye."