Gundî mehek e li benda çareseriyê ne 2021-01-13 10:34:52 MÊRDÎN - Li Derikê hin gundên wê di bin ava gola ji bo avdaniyê dê were çêkirin de bimînin, 30 roj in bêceryan in. Doza gundiyan vekiriye didome û ji wan tê xwestin malên xwe vala bikin. Gundî li benda çareseriyê ne.    Li gundê Qizilaşên û mezrayên bi ser wê ve Qizila Xerabe û Herem yên girêdayî navçeya Derika Mêrdînê wê di bin ava gola ji bo avdaniya çandiniyê dê were çêkirin de bimînin. Tê gotin dê 35 hezar donim erdên çandiniyê di bin avê de were hiştin. Ji bo proje were çêkirin di sala 2017’an de Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) di bin navê “îstîmlaqê” de erazî û malên gundiyan daxilî nav projeyê kir. Şêniyên van gundan bi boneya berdela hindik bi mal û milkê wan dane, doz vekirin. Doza gundiyan li Dadeha Edliya Herêma Dîlokê didome û li gel vê yekê jî DSÎ lig undan xebatên xwe didomîne.    Tê gotin dê ava vê golê pêdiviya 834 hezar û 380 dekar erdên çandiniyê yên li Deşta Mêrdînê dabîn bike. Nayê zanîn wê ev proje kengê temam bibe. Tê gotin dibe ku ev proje demek dirêj jî bidome. Li gel pêvajoya doza gundiyan didome jî lê ji gundiyan tê xwestin ku mal û milkên xwe terk bikin û wan neçarî koçberiyê dikin.     BÊCERYAN Û BÊAV MAN    Di 15’ê kanûna 2020’an de cendirmeyan bi ser gund û mezrayên wê de girt û ceryana wan birîn û trafoyan jî li gel xwe birin. Gund û mezrayên xwe bêceryan man û ji ber ceryan nîne gundî bêav jî man. Tevî hemû tiştên diqewimin jî gundî jiyana xwe didomînin. Gundî dixwazin demildest pirsgirêkên ew pê ve rûbirû mane were çareserkirin.    ‘EM Ê BIÇIN KU?’   Ji gundiyan Îbrahîm Dîdîn diyar kir ku sedema birîna ceryanê ew e ku gund werin valakirin û bêyî agahî bidin wan cendirmeyan bi ser gund de girtine û trafoyên cihê wan derxistine û li gel xe birine. Dîdîn destnîşan kir ku ew nizanin vê zivistanê wê biçin ku û got: “Tişta li me tê kirin li dîlan nayê kirin. Zarokên me û heywanên me bêav mane. Ji ber av nîne em nikarin serê xwe bişon. Ji em bicih bibin cihek nîne. Pereyê me jî nîne em ji xwe re mal û milk bistînin. Em bi çend çêlekan debara xwe dikin. Em ê çi bikin û biçin ku derê?”    DÊ GUND NETERKÎNIN    Dîdîn anî ziman ku tê gotin gol dê heta 10 salan temam nebe û her wiha gundî ji karê wan re jî nebûne asteng û lê dîsa jî gundî tên mexdûrkirin. Dîdîn da zanîn ku ji ber hindk pere bi mal û milkê wan dane doz vekirine û ji bo ew ji gund derkevin biryarek teqez nîne. Dîdin got ew ê gundê xwe neterkîne û ya bila mafê wan bidin wan an jî cihek nîşanî wan bidin.    Ji gundiyan Şemsa Dîdin jî diyar kir ku ji bo paqijiyê ava wan jî nîne û ev meheke bêceryan û bêav dijîn.    ‘PEREYÊ ÇÊLEKEKÊ JÎ NEDAN ME’    Ji gundiyan Alî Dîdîn jî destpêkê dema rayedarên DSÎ’yê û parêzer çûne gund gotine “dê pereyê du daîreyan bidin” û ev soza dane pêk nehatiye û tenê bi qasî pereyê ku çêlekek were kirîn dane wan. Dîdîn anî ziman ku ew mexdûr mane û dixwazin mexdûriya wan were çareserkirin.    GUNDÎ DIXWAZIN GOR WERIN VEGUHEZANDIN    Yek ji daxwazên gundiyan ew ku gorên wan werin veguhezandin. Rayedaran heta  niha ji bo goran dê çi were kirin daxuyaniyek nedane. Ji gundiyan Sûltan Dîdîn jî anî ziman ku gorên hemû xizmên wan li gund in û ew mexdûr bûne.    MA / Ahmet Kanbal