Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin 2021-01-13 13:54:17   AMED – Danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku 24 sal in girtî ye, sibê li Edeneyê bê dîtin. Malbatê, da zanîn ku wê li doza Licê bê nêrin û wisa biryar bê dayîn.    Mehmet Emîn Ozkan ku ji kuştina Tuxgeneral Bahtiyar Aydin a sala 1993’an berpirsyar hat girtin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn 24 sal in girtî ye. Ozkan, li gel ku nexweş e û rewşa wî giran e jî nayê berdan û dê sibê danişîna wî li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê dîtin.    ‘EM NE BI HÊVÎ NE’   Keça Ozkan Selma Ozkan, derbarê danişînê û rewşa bavê xwe axivî û diyar kir ku ji danişînê qet ne bi hêvî ne û wiha got: “Lê em ê dîsa jî li ber xwe bidin. 9 sal in ev doz didome û heta niha tu encam nehatiye girtin. Em bawer nakin ku ji niha pê ve jî encam jê bê derxistin. Lewra wê li doza Licê binêrin û biryar bidin. Ji ber vê jî em ne bawer in ji bo bavê min biryareke erênî derkeve.”   DERNAKEVE HEVDÎTINÊ   Ozkan, da zanîn ku ji ber şewbê nêzî salekê ye bi bavê xwe re nikarin hevdîtina vekirî pêk bînin û bi van gotinan bal kişand ser rewşa bavê xwe: “Ji ber nexweşiya xwe hin caran nikare derkeve hevdîtina girtî jî. Bavê min 83 salî ye û bi awayekî neheq 24 sal in girtî ye. Hefteya borî tansiyona wî bilind bûye. 4 caran anjiyo bûye. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin di serê wî de iltihap çêbûye. Gelek nexweşiyên wî hene.