Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin 2021-01-13 15:05:45   ENQERE - Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya ku hat xwestin têkildarî giliya ku ji bo Denîz Baran Erbûdak ê di çalakiya Bogazîçiyê de birîndar bû bê dayîn, bê kirin û 5 xwendekar bi derpkirinê binçav kirin.      Di 9’ê çileyê de li Enqereyê xwendekaran tayînkirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû şermezar kiribûn. Polîsan mudaxaleyê çalakiya xwendekaran kiribû û lingê Denîz Baran Erbûdak şikandibûn. Xwendekaran ji bo Erbûdak xwestin li Edliyeya Enqereyê gilî bikin. Beriya serlêdana giliyê xwendekaran xwest daxuyaniyê bidin, lê polîsan bê hincet mudaxaleyî xwendekaran kir û bi derpkirin wan binçav kirin.    POLISAN MUDAXALEYÎ ROJNMAEGERAN JÎ KIR   Polîsan nehişt rojnameger di dema mudaxaleyê de dîmenan bikişînin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul ku ji bo piştevaniya xwendekaran hat Edliyeyê, bertek nîşanî binçavkirina xwendekaran da. Navên xwendekarên hatin binçavkirin wiha ne: “Seçîl Işik, Celîl Resûlogûllari, Ayşenûr Gîdergî, Çagla Çakir û Sîmla Eroglû. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xistin.    Di kêliya ku polisan mudaxaleyî xwendekaran kir de Parêzera Erbûdak Ezgî Onalan, li Edliyeya Enqereyê ji bo Erbûdak gilî kir. Piştî serlêdana xwe ya gilîkirinê Parêzer Onalan, li ber edliyeyê bi parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbûl û Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Mûrat Emîr re daxuyaniyek da çapemeniyê.    'EM LI CEM XWENDEKARAN E'   Onalan, di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe Erbûdak û tedeya ku di pêvajoya binçavkirinê de lê hatibû kirin vegot û bi van gotinan bertek nîşanî mudaxaleya polisan a li xwendekaran da: "Berî ku ku xwendekar bi tevahî li hev kom bibin polisan hin xwendekaran binçav kirin. Heta min jî binçav kirin lê piştî ku hîn kirin ez parêzer im min berdan. Em ê li dijî binçavkirin, lêgerîna tazî û îşkenceyan bêdeng nemînin. Em li cem xwendekarên ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşinin."     Piştî parêzer Onalan parlamenter Kemal Bulbul û Mûrat Emîr jî axivîn û bertek nîşanî êrişên li hemberî xwendekaran dan.