Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-01-13 15:23:14   AMED - Dozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî derbarê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de bi ideaya “Propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin.   Dozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên nûçeyan ên li ser  hesabên wê yên medya civakî derbarê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû de bi ideaya “Propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Muftuoglû, bi parêzerê xwe re çû Miduriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Polîsan ji Muftuoglû nûçeyên ku parvekiribûn pirsîn. Mûftuoglûyê jî diyar kir ku parvekirin ên wê ne, bi nasnameya rojnamegeriyê ew parvekirinan kiriye û nûçeyên ku parvekirine ne sûc in.