Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda 2021-01-13 17:31:03   MÊRDÎN - Dadgehê bersûcê tecawizê Osman Ç. yê tecawizî zaroka 17  salî Z.Ç. kir, bi hinceta "Şika bireve tune" serbest berda.    Danişîna doza bersûcê tecawizê Osman Ç. li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûc Osman Ç. li Girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên zaroka 17 salî Z.Ç. li salonê amade bûn. Dîsa parêzerê Komîsyona Mafê Zarokan û Komîsyona Jinan a Baroya Mêrdînê û parêzerê Komeleya Têkoşîna Îstismara Zarokan amade bûn. Di danişînê de Osman Ç. bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir. Osman Ç., îdea kir ku bê suc e.    Dozger jî diyar kir ku di lêkolîna cihê bûyerê de mînakên DNA ya xwînê aydî Z.Ç. Osman Ç nin û xwest Osman Ç., vê yekê bibersivîne.    Parêzeran xwest dadgeh daxwazên Komîsyona Mafên Zarokan û Jinan a Baroya Mêrdînê û Komeleya Têkoşina li dijî Îstîsmara Zarokan a Mamosteyên Saadetê bigire. Dozger jî xwest daxwazên baro bê qebûlkirin û daxwazên Komeleya Mamosteyên Saadetê bê redkirin. Lê heyeta dadgehê daxwazên herdu saziyan red kir.    Xwişka Z.Ç. Pervin Şişman, li lehê Z.Ç. de îfade da. Şişman, anî ziman ku dema xwişka wê hat Edeneyê xemgin bû û wiha got: "Piştî em ketin diyalogê got Osman Ç. berê jî tev li bûyerek wisa bûye û ser wê binçil kirine. Dema xwişka min ev yek got giriya. Ji ber xwişka min Z.Ç. ev tişt bi serê wê de hatin hewl da întihar bike. "   Dozger xwest bi sucdariya "Êrîşa zayendî ya çawanî" di asta herî jor de ceza li bersûc Osman Ç. bê birîn. Parêzerê Z.Ç. jî parastin kirin û xwestin bersûc bên cezakirin. Parêzerên bersûc jî xwestin muwekilê wî bê berdan   Heyeta dadgehê jî piştî navberê biryar da û der barê bersûcê tecawizê Osman Ç. de biryara berdanê da. Heyetê bi sedema "şika bersûc bireve tune" biryara berdanê da û danişîna dozê taloqî 5'ê Gulanê kir.