Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin 2021-01-14 10:08:15   STENBOL – Bi hinceta nûçeya me ya bi ser navê “Li Baybûrtê kêzikan dikin nav xwarinên girtiyan” doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk hav vekirin.   Bi hinceta nûçeya me ya bi ser navê “Li Baybûrtê kêzikan dikin nav xwarinên girtiyan” k udi 4’ê Cotmeha 2020’an de hatibû weşandin doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk hat vekirin. Doznameya ku li ser gilîkirina Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Baybûrtê ve hat qebûlkirin.    Wê danişîna yekemîn a dozê di 2’ê sibatê de bê dîtin.