Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin 2021-01-14 10:15:28 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, polîsan dibin çavan de îşkenceya xwendina "Sirûda Îstîklalê" li zarokê 15 salî kirin û gefa lê xwarin. Dayika D.E., diyar kir ku ewqas pê dabûn xwendekin ku, devê wî ziwa bibû.    Li Cadeya Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di rojên derbas bûyî de, zarokê 15 salî D.E. bi hinceta cixariyên qacax difiroşe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Polîsên D.E. binçav kirin, birin nezaretxaneya Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Hat diyar kirin ku polîsan di nezaretxanê de gefa jiberkirina "Sirûda Îstîklalê" li D.E. xwarine û lê ferz kirine. Hat ragihandin ku D.E. yê ku bi îşkenceya re rûbirû ma, pişt re gefa "Em ê her hefteyê spartekek bidin te, tu dê wan spartekan çêbikî, ger ku tu çênekî tuyê encamên wê jî bikişînî" hat xwarin.    D.E. ye pişt re sewqî dadgehê kirin, serbest hatibû berdan.   'EWQAS ZÊDE DABÛN XWENDIN KU DEVÊ WÎ ZIWA BIBÛ'    Dayîka D.E. ya ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide bûyer wiha vegot: "Kurê min di rojên derbasbûyî de diçe sûkê û kesekê temen mezin pakêtên cixareyê dide wî û ew jî ji ber rêzdayînê paketên cixareyê jê digire. Piştî demek kurt kurê min ji ber paketên cixareyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Kurê min qaçaxçîtiya cixaran nake. Dibin çavan de Sirûta Îstîklalê bi wî dane xwendin. Ewqas pê dane xwendin ku, dema hat malê devê wî ziwa bibe û nedikarî bi axive. Di heman demê de jê re gotine 'em ê spartekê bidin te heger tu çênekî encamên wê jî tu dê bibînî.' Em vê yekê qebûl nakin. Emê derbarê polîsên ev anîn serê kurê min de em gilî bikin. Ji bo lêgerîna mafê xwe emê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin."