Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin 2021-01-14 11:10:45 ŞIRNEX - Li Şirnexê, hezar û 200 malbatên ku dema qedexeyên derketina derve yên sala 2015’an de malên wan hatin hilweşandin, derveyî plana TOKÎ’yê hatin hiştin û ne erse ne hî mal ji wan re hatin veqetandin.    Li navenda Şirnexê, piştî qedexeyên derketina derve ku di 14’ê adara 2015’an de hat îlankirin û pêvajoya şer û pevçûnan 9 hezar mal û dikan hatin hilweşandin. Îdareya Malên Komî (TOKÎ) û Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê, li taxên ku hatibûn hilweşandin bi awayekî hevpar dest bi avakirina mal û karegehên nû kirin. Ji avahiyên ku hatine çêkirin 5 hezar û 716 jê hatin radestkirin û 516 avahî û dikan jî hê nehatine radestkirin. Li aliyê din hezar û 200 malbat li derveyî plana TOKÎ’yê hatin hiştin û mal radestî wan nehatin kirin. Li gel vê rewşê jî niha ji van malbatan ji bo her sîteyê di navbera 21 hezar û 50 hezar TL’yî de pere bedêla ersê tê xwestin. Malbatên ku hatine mexdûrkirin, bi hinceta ku 36 meh derbas bûne êdî kire wan jî nayên razandin. Têkîldarî mijarê malbatên ku mexdûr bûne axivîn û bertekên xwe anîn ziman.   ‘YA KU HEQÊ ME YE DIVÊ BIDIN ME’    Narîn Tunç li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê rûdinê, diyar kir ku nêzî 5 salan e li bendê ye ku mal bidinê û wiha axivî: “Di sala 2015'an de avahiya me hat hilweşandin. Malên me nadin me û ji me bedêla ersê dişxwazin. Her tim ji me re dibêjin ku em ê vê heftê bidin û bi vî rengî me mijûl dikin. Ev 5 sal in em di bendewariyê de ne. Heke perê me hebûna em li TOKÎ'yê nedijiyan. Em di kirê de dijîn û nêçarin ku malên TOKÎ’yê bigirin. Ya ku heqê me ye divê bidin me.”    ‘EM Ê VÎ PEREYÎ JI KU BÎNIN?’   Mûlkiye Tûnc jî diyar kir ku di nava 5 salan de ji hêla dewletê ve bi her awayî hatine mexdûr kirin û ev tişt anîn ziman: “Kireyên me nadin me. Malên me hilweşandin û em mexdûr kirin. Em mexdûr in. Gelek zirara wan gihişt me. Ji bo her xaniyekî bedêla ersê ji me tê xwestin. Ev neheqî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Hem mala me hilweşandin û hem jî pere ji me dixwazin. Ma qey ev edalet e? Kesên ku mexdûr bûne em in. Hewceye ku ew pere bidin me. Ev 5 sal in em di kirê de ne. Em li her deran deyndar bûn. Niha ji bo ku em bikevin TOKÎ'yê pere dixwazin, em ê vî pereyî ji ku bînin?    'EM TOKÎ'YÊN WAN NAXWAZÎN'   Ji şeniyan Abdûlazîz Tunç jî anî ziman ku dewlet neheqiyê li wan dike û ew vê yekê qebûl nekin û wiha got: “Di serdema qedexeyên derketina derve de mala me jî hat hilweşandin. Ji wê rojê heta niha ji me re dibêjin em mal bidin we. Herî dawî ji me re hat gotin ku 560 TOKÎ mane. Heke ku em bedêla ersê bidin ew ê bidin me. Em vê yekê teqez qebûl nakin. Roja ewil dema ku malên me hilweşandin me ji wan re got TOKÎ'yan di erseyên me de çêbikin. Lê em guhdarî nekirin. Niha jî bi vê rêbazê dixwazin pere bistînin. Ji me re dibêjin bedela ersê bidin û daireyê bistînin. Em ê li hemberî vê yekê bisekinin û em TOKÎ'yên wan jî naxwazin.”   MA – ZEYNEP DÛRGÛT