Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin 2021-01-14 11:22:51 ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku bi hinceta qanûna înfazê ya nû  li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin û da zanîn ku bi vê yekê pêşiya rehîn girtina girtiyên siyasî tê vekirin.   Merve Nûr Îşleyîcî, Dîdar Bozan û Ceylan Bozkûrt ên ji sala 2016’an ve bi ideaya “endamtiya rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê girtî ne li gel di 9’ê çileyê de cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Rêveberiya girtîgehê, diyar kir ku Bozan û Bozkûrt ji ber hinceta qanûna “Rêziknameya Derbarê Nirxandinên Hikumxwariyan û Navêndên Dabeşandin û Çavdêriyê” nehatine berdan. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku bi vê sererastkirinê ji bo girtiyên muxalîf wê mexdûriyeteke cidî biafirîne.   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN KEYFÎ TÊN JIYÎN”   Încîn, da zanîn ku bi taybetî demê pandemiyê de gelek mafên girtiyên muxalîf hatin binpêkirin û wiha axivî: “Bi sererastkirina nû binpêkirinên mafan ên keyfî pêk tên. Li gorî qanûnan kesên ji cezayê xwe 4 paran 3 raza bûya bi şert ber didan. Rêveberên girtîgehê, bi komîsyonên avakirine ji girtiyan re dibêjin ‘tu poşman nebî, tu nayî berdan’ û zextan li wan dikin. Ev binpêkirineke maf a cidî ye.”   ‘DIVÊ RÊZIKNAME PAŞVE BÊ KIŞANDIN’   Încîn, destnîşan kir ku wê parêzerên girtiyan îtîraza vê biryarê bikin û wiha got: “Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Heke ev rêzikname paşve neyê kişandin wê li hemû girtiyanev pêkanîna kêyfî bê ferzkirin." İncin, ji bo ku di vê pêvajoyê de girtî neyên mexdurkirin bang piştevaniyê li hemû hiqûqnas û raya giştî ya demokratîk kir.