Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin 2021-01-14 13:14:38 ENQERE – "Koordînasoyna Şopandina Greva Birçîbûnê" ya ji aliyê ÎHD, TTB, OHD, TÎHV û ÇHD'ê ve hatiye avakirin, bi armanca tecrîdkirina li Îmraliyê ya ku girtiyên siyasî ji bo bi dawîkirina wê ketine greva birçîbûnê, bi dawî bibe daxuyanî dan û bang li Wezîrê Dadê kir.    "Koordînasoyna Şopandina Greva Birçîbûnê" ya ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabiban a Tirk (TTB),  Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD), Vakfa Mafên Miroavan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ve hatiye avakirin, bi armanca tecrîdkirina li Îmraliyê ya ku girtiyên siyasî ji bo bi dawîkirina wê ketine greva birçîbûnê, bi dawî bibe, civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên saziyan li Navenda Giştî ya ÎHD'ê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin.    ‘GREV LI 107 GIRTÎGEHAN BELAV BÛ'    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku heta niha greva birçîbunê li 107 girtîgehan belav bûye û wiha got: "Girtî li girtîgehan bi armanca tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ku didome bi dawî bibe, ketine greva birçîbûnê. Ji 27'ê mijdara 2020'an heta niha girtî bi awayekî bêdem û bi dorveger ketine grevê û çalakiyê didomînin. Demek dirêj e li girtîgehan binpêkirina mafan didome."    'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Turkdogan, anî ziman ku berê jî girtiyên siyasî ji bo girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ketibûn grevê û wiha axivî: "Bi van çalakiyan ji bo demekê tecrîd rabûbû. Lê dîsa piştî 7'ê Tebaxa 2019'an hevdîtinên li Îmraliyê hatin qedexekirin. Ev yek li dijî Rêgezên Mandela Yên Neteweyên Yekbûyî û daxwazên CPT'ê ne. Dîsa li dijî zagona înfazê ya hêjmar 5275'an e. Em bang li Wezîrê Dadê dikin ku demek berî demekê tevrîdê bi dawî bikin. Divê parêzer û malbat karibin biçin hevdîtinan bikin. Em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê û Saziyên Şopandinê yên Cemaweriyê dikin ku erka xwe pêk bînin.    Divê wezareta Dadê ji bo dawîkirina tecrîdê gavan bavêje.  Em saziyên heq û hiqûqê  ji bo girtiyên li 107 girtîgehan dest bi çalakiyê kirine, tenduristiya wan nekeve xeteriyê û dawî li çalakiyê bînin, divê Wezareta Dadê tecrîdê bi dawî bike. Em bang li Wezaretê dikin ku ji bo vê yekê gavên şênber bavêje."