6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn 2021-01-14 13:26:54   AMED - Li Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” beşdarî çalakiyên KCD’ê bûyîn, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna doza bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku bi hinceta di sala 2018’an de beşdarî çalakî û bernameyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûyîn hatibû kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta Aktar beşdarî çalakiyên KCD’ê bûye, 6 sal û 3 me cezayê girtîgehê lê birî.    Aktar beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî Resûl Tamûr û Semra Balyan di danişînê de amede bûn. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, destûr nehat dayîn ku kes danişînê bişopîne.   Parêzerê Aktar Resûl Tamûr, li dijî mutalaya dozger parastin kir. Tamûr, diyar kir ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û da zanîn ku delîlên di dosyeya muwekîlê wî de, ne li gorî rê û rêbazê hatine berhevkirin. Temûr, dest nîşan kir ku tu eleqeya axaftin û nivîsê maîlê yên muwekîlê wî, bi rêxistinê re tuneye û beraeta muwekîlê xwe xwest.       ‘BI PÊVANA HIQÛQÊ VE NE GIRÊDAYÎ YE’   Parêzer Semra Balyan jî, li dijî nêrîna dozger ev parastin kir: “Di guhdarkirina muwekîlê min û şopandina wî ya teknîkê de, bêhiqûqî heye. Delîlên bi vî awayî hatine girtin, nabe ku bên esasgirtin.” Balyan, di dawiya paratina xwe de, beraeta muwekîlê xwe xwest.    Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xwest Aktar bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bê cezakirin.    6 SAL Û 3 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Dadgehê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Aktar birî û ji sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî biryara beraetê da.