6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere 2021-01-14 14:41:22   ŞIRNEX - Dayika zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê ku li Taxa Yafes a Cizîrê, bi guleya polîsan hatibû qetilkirin Ayşe Kazanhan, diyar kir ku heta ku kujer hesab nedin ew ê dev ji doza xwe bernede û got: "Heya ku ez hebim ez ê jibîr nekim û hesap bipirsim."      Li Taxa Yafes a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 14'ê Çileya 2015'an zarokê 12 salî Nîhat Kazahan ku bi hevalên xwe re dilîst, di encama gulebarandina polîsên tîmen taybet  de jiyan xwe ji dest da bû. Piştî qetilkirina Nîhat Kazanhan di serî de Wezirê Karên Hundir Efkan Ala û gelek rayedarên dewletê îdîakiribûn tu têkiliya polîsan bi kuştina Kazanhan re tune ye û wê rojê tu polîs li cihê bûyerê ne peywirdar bûn. Lê piştî çend rojan dîmenên qetilkirina Kazanhan derketibûn holê û der barê 4 polîsên gumanbar de, bi sûcdariya ‘sûcê peywirdarê cemawerî ranegîhane’ li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê doz hatibû vekirin.    TU PÊŞKETIN TUNEYE   Piştî bûyerê polîs H.V. di 26’ê Çileya 2015'an de  hatibû girtin. Pişt re di 16’ê Sibatê de, di îfadeya ku dabû Serdozgeriya Komarê de, got ku polîsê bi navê Mehmet Nurbakî Goçmez bi tifinga pompeyê ya aîdî wî gule bi ser Kazanhan de barandiye û dûre hat berdan. Dadgeha bilind vê carê derbarê polîs Nurbakî Goçmez de 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê xwest û H.V. jî serbest berda bû. Parêzeran îtîrazê vê biryarê kiribû û ev îtîraz hatibû red kirin. Pişt re ji bo biryara ku hat dayîn, bê xirakirin parêzaran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Heta niha di dosyaya Kazanhan de, tu pêşveçûn çênebûye.    'DI DESTÊ KURÊ MIN DE ÇEK TUNE BÛ'    Bi minesebeta 6'emîn salvegera qetilkirina Nîhat Kazanhan dayika wî Ayşe Kazanhan axivî. Kazanhan, diyar kir ku kesên ku kurên wê qetil kirin wê rojekê hesap bidin û wiha axivî: "Roja ku Nîhat hat qetilkirin, di kolanan de tiştek tune bû. Kurê min yekê din hebû û nexweş bû. Min di wê serê sibehê de xwe amade kir û kurê xwe bir nexweşxanê. Dema ku ez ji malê derketim Nîhat jî bi min re derket. Min ji wî re got,'Nîhat gelek dûr neçe baldar be.' Min ji keça xwe re jî got,'Çavê te li Nîhat be, heta ku ez bêm.' Êvarê em ji nexweşxaneyê vegeriyan. Hîn Nîhat nehatibû malê. Pişt  re ji me re agahî hat. Gotin, 'Nîhat birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.' Kurê min hîn zarok bû, lîstîk dilîst. Di destê kurê min de tu çek nebûn. Bi zanebûn kurê min hedef girtin û qetil kirin. Dema ku Nîhat dihat malê, gava xwarin nedibû digiriya. Zarok bû, tu sûcê wî tune bû. Ji ber ku em Kurd in mirinê ji me re rewa dibînin. Dewlet zilm dike, neheqiyê dike. Li ser mirina kurê min 6 sal derbas bûn. Di van 6 salan de ez yek carê jî bi aramî raneketime. Ji xeynî barandina hêstirên çavan min tiştek nekir."    'HETA KU HESAB NEDIN EZ Ê DEV JI DOZÊ BERNEDIM'    Dayîka Ayşe Kazanhan, anî ziman ku ew ê heta dawiyê pey doza kurê xwe be û wiha bi dawî kir: "Birîna min tu caran nehat girtin. Ji roja ku Nîhat hat qetilkirin û heta niha di mala me de şîn heye. Heta ku ez hebim ez ê jibîr nekim. Kesên ku ev êş bi min dan jiyîn, xwedê bîne serê wan jî. Tiliya kê di qetilkirina kurê min de hebe, xwedê wan efû neke. Ev ne qeza bû. Bi zanebûn kurê min hedef girtin. Çima ji mil de gule ne reşandin? Çima lingê wî nexistin? Çima gule li serê wî dan? Li hevalên kurê min re jî tiliya xwe hejandin û ji wan re gotin,'Em ê we hemûyan yek bi yek bikujim.' Ev kes heta ku hesab nedin, ez ê dev ji doza xwe bernedim.    MA / Zeynep Dûrgût