Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin 2021-01-14 14:49:40   ÎZMÎR - 4'emîn danişîna doza Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ruken Demîr hat dîtin. Heyetê danişîna dozê dîsa taloq kir.    4'emîn danişîna doza Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Ruken Demîr, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta bi çavkaniyên xwe re hevdîtin kiriye bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" doz vekiribû. Demîr di 26'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin û di danişîna ewil a 6'ê Adarê de hatibû bertan. Dozgeriyê di danişînê de dosya materyalên dijîtal ku polîsan desteser kiribû lêkolîn kirin û pêşkêşî heyetê kirin.    Di danişînê de Rojnameger Demîr, îdeayên der barê xwe re red kir. Parêzerê Demîr Zafer Încîn xwest biryara qedexeya dervê welat û kontrola edlî bê rakirin. Încin herî dawî xwest Demîr beraet bikin.    Heyetê piştî parastinê daxwaza beraetê û konrola şertê adlî red kir û dîsa biryar da ku konrola edlî bidome. Dîsa biryar da ku harddisk û materyalên din bên lêkolînkirin. Heyeta dadgehê danişina dozê taloqî 23'ê Sibatê kir.