Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan 2021-01-14 15:29:45 WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, bi amadekirina raporekê derxist holê ku di nava sala 2020’an de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan li bajêr rû dane. Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet rapor aşkere kir û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike û banga bidawî kirina tecrîda li Greva Îmraliyê kir.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê, rapora binpêkirina mafê mirovan a sala 2020’an a amede kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. Civîna aşkerekirina raporê, li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melet, rapor aşker kir û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dewam dike.   Melet, diyar kir ku bi hezaran girtî tevlî çalakiyê bûn û wiha axivÎ: “Divê piştgirî ji bo daxwazên girtiyan bên dayîn. Sedema mirovên ketine greva birçîbûnê, tecrîda li ser Birêz Ocalane. Girtî dixwazin tecrîd rabe. Ev ne tenê pirsgirêka mirovên di girtîgehan de ne. Ev pirsgirêka tevahiya civaka Tirkiyeyê ye. Em jî heman bangawaziyê dikin. Ji bo ku hemû pirsgirêkan li Tirkiyeyê bi dawî bibin û di serî de pirsgirêka kurd bê çareserkirin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe.”    QEDEXEYA WALÎTIYÊ   Melet, ji bo ku binpêkirinên mafên ên di girtîgehan de bi dawî bibin, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir. Melet, di heman demê de xwest Walîtiya Wanê, qedeya çalakiyan a hezar û 515 rojin li bajêr dewam dike jî, bi dawî bibe.    Mûrat Melet, bal kişan ser binpêkirinên mafan ên li bajêr hatin jiyîn jî û wiha got: “Di nava sala 2020’an de li bajarê me 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Ev binpêkirin nayin jimartin. Darizandinên bêhiqûqî û dij qanûnî, herî zêde, di sala 2020’an de, bi pêkanînên OHAL’ê re rû dan.”