Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê 2021-01-14 16:12:47   DERSIM – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê, bertek nîşanî binçavkirina ESP’iyan dan û operasyonê şermezar kirin.   Îro di saetên şevê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyon pêk hatibû û hevseroka giştî ya partiyê Ozlem Gumuştaş jî di nav de 48 kesa hatibûn binçavkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê, bi daxuyaniyekê operasyonê şermezar kirin. Daxuyanî li kolana hunerê ya bajar hat dayîn û gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ESP ne bi tenê ye, zext û binçavkirin nikarin me têk bibin” hat vekirin.    ‘ESP NE BIO TENÊ YE’   Di daxuyaniyê de li ser navê platformê Yûnûs Aras axivî û diyar kir ku ESP bi operasyoneke nû qirkirina siyasî re rû bir û ye û ev tişt got: “Bi gotinên şahidên nepen û îtirafkaran tê xwestin hêzên muxalîf bên tirsandin. Bi vê armancê destpêkê êrişî hêzên bi rêxistinkirî yên civakê dikin. Weke duh em îro jî nabêjin binçavkirin nehîqûqî ne, lewre em dizanin ku hiqûqa faşîzmê ev e. Ji ber vê em meşrûyeta xwe ne ji hiqûqê ji çîna karkeran û hirs û berjewendiyên bindestan digirin. Em ê van êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî muxalîfan bi têkoşîna hevpar têk bibin. Em destnîşan dikin ku ESP ne bi tenê ye.”