ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN 2021-01-15 09:00:21 * Berpirsiyarê Projeya Avhewa û Enerjiyê ya Greenpeace Akdenîzê Gokhan Ersoy, anî ziman ku pêkerên ewil ên ku dibin sedema krîza avhewayê, ne bikaranîna şexsî, ne helwest û tebîetên şexsî ne. Ersoy, bilêv kir ku pergala cîhanê ya heyî, ji dêvla parastina mirov û xwezayê, şîrketan û kapîtalîzmê diparêze.  * Name Ozturk ji bo girtina jinên ku li dijî tahdeyê xwe diparêzin got: "Tên cezakirin." Paêzer Dîren Cevahîr Şen jî destnîşan kir ku divê xala 25'an a TCK'ê pêk bê.    * Memîk Kîbarkaya ku wêneyan bi teknîkeke xweser xêz dike got: "Hunera min, serê tiliyên min in."    * Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Amedê Mûharrem Şahîn, ji bo qanûna ku rê li ber tayinkirina qeyûman vekiriye anî ziman ku dê bi vê re azadiya fikr û rêxistinbûyînê bê astengkirin. Şahîn got: "Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin, dê bi rêya qanûnan bikin."    * Xizmê nexweşekî anî ziman ku Nexweşxaneya Medîcal Park a Mêrsînê ji bo tedawiya li serwîsa pandemiyê 4 hezar TL ji wan xwestiye û nexweşên pereyên wan tune ne, li nexweşxaneyên taybet bi mirinê re rûbirû tên hiştin.    * Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Şevîn Saribûlak, derbarê kampanyayaê "Seferberiya Morê" de axivî û got: "Kampanya, li dijî polîtîkayaên 'jina maqûl' ku dewleta tekparêz ferz dike, bersivek e."    * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şakir Can ku polîsan gef lê xwaribû û jê re gotibûn "Em ê te bikin derbek. Careke din wê binçavkirin minçavkirin tune be" serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.    * Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda. Ji ber vê welatiyan telefonî Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariyê kirin, lê belê midûriyetê ji wan re got: "Ekîbên me yên dezenfektanê tune ne." Welatî, bi derfetên xwe dezenfekteyê dikin.   * Danişîna 2'yemîn a doza 14 kesên ku 5 ji wan parêzer in, dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)   * Rojnameger ji bo balê bikişînin ser binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Şaxa SES'ê ya Aksaraya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser mafên xwe dê li pêş Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa  daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), dê bi şîara "Zext nikarin me bêzar bikin" li Parka Xezalê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Platformên girêdayî KESK'ê dê li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya û Enqereyê têkildarî enflasyonê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00-15.00)   * Rêxistina HDP'ê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê dê li Riha, Enqere, Mêrdîn û Şirnexê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00-15.00)   * Rêxistinên civakî ji bo operasyona li dijî ESP'ê şermezar bikin dê li Wan, Edene, Mêrsîn û Antalyayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00-16.00)