Alinak giliyê polîsan kir 2021-01-15 13:49:00   QERS  - Mahmût Alinak ê siyasetmedar derbarê du polîsên ku têkildarî wî de girteka “li dijî rastiyê” amade kirin, giliyê wan kir.    Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Alinak bi boneya beşdarî danişîna ewil nebûbû derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin. Alinak duh li ser vê biryarê çû Edliya Qersê û bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) îfade dabû Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Stenbolê.    Du polîsên li ser vê yekê nivîsa Alinak “Li ber Buroya înfazê hat girtin” li girtekê nivîsandin. Alinak ji ber  gotina “hat girtin” girtekê îmze nekir. Alinak girteka duyemîn bi hêceta “li dijî rastiyê ye” şerha muxaleetê danî. Alinak derbarê 2 polîsên TEM’ê de bi hêcetên “Ewraqek fermî li dijî rastiyê sererastkirin” û “wezîfeya xwe nebaş bikar anîne” serî li Serdozgeriya Komarê Qersê da û giliyê polîsan kir.    Alinak xwest li qeydên dîmen werin temaşekirin û li şahidan were guhdarkirin û her du polîs seranserî dema lêpirsînê ji wezîfeyê werin girtin û doza cemaweriyê li wan were vekirin û cezakirin.