Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin 2021-01-15 14:16:47 ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê derbarê derzîkirina koronayê de daxuyanî dan û gotin dema dora wan were dê xwe derzî bikin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku banga derzîkirina koronayê li serokên giştî yên partiyan kiribû daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyanî ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat belavkirin. Hevserokan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Di nava pîvanên rîskê de dema dora me hat em ê xwe derzî bikin. Em bi hêvî ne ku wê ev derzî li dijî koronayê bibe derman. Me bi Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî re hevdîtin pêk anî û li gorî nirxandina me ev vexwendin ne li gorî bernameya berê ji bo grûpa rîskê, nexweşên kronîk û xebatkarên tenduristiyê hatibû eşkerekirin e. Ji ber vê yekê divê her kes li gorî grûpa xwe û dora xwe derzî bibe. Pêwîste pêvajoya derzîkirinê bil ez û bandor berdewam bike.”