Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn 2021-01-15 14:21:54 ENQERE - Wezareta Dadê, derbarê 11 rêveberên Baroya Enqereyê ku têkildarî Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş de daxuyanî dabûn destûra lêpirsînê da.   Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, sala borî di nîsanê de li dijî welatiyên LGBTÎ daxuyaniyên zayendperest dabûn û wan hedef nîşan dabû. Baroya Enqereyê, bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî Erbaş dabû û ji ber van daxuyaniyên wî Erbaş şermezar kiribû. Ji ber vê yekê di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û gelek rayedarên AKP'ê bi hinceta êrişên li hemberî nirxên olî li dijî vê daxuyaniya Baroya Enqereyê derketibûn û banga doz vekirinê li darazê kiribûn.    WEZARETÊ DESTÛR DA   Piştî van bangên Erdogan û rayedarên AKP'ê, Serokatiya Karên Diyanetê, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliya Baroya Enqereyê kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî giliîkirinê derbarê Baroya Enqereyê de lêkolîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêkolînê de ji 11 rêveberên Baroya Enqereyê parastina nivîskî hat xwestin. Rêveberiya baroyê jî parastina ku hevpar amade kir ji dozgeriyê re şand. Dozgeriyê piştî girtina van parastinan ji ber qanûna têkildar, ji bo destûra lêpirsînê dosyayê ji Wezareta Dadê re şand. Wezaretê jî piştî lêkolîna dosyayê derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê da dozgeriyê. Hat diyarkirin ku piştî destûrê wê dozgerî 11 rêveberên baroyê vexwîne îfadeyê.   PIŞÎ DAYÎNA ÎFADE BIRYARA DOZÊ BÊ DAYÎN   Piştî ku Serokê Baroya Enqereyê Parêzer Erînç Sagkan jî di nav de 11 rêveberên baroyê îfade bidin, wê ji aliyê dozgeriyê ve biryara vekirina dozê bê dayîn.