Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin 2021-01-15 14:46:52 STENBOL – Xebatkarên çapemeniya azad li dijî zext, binçavkirin û girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li ber zext, binçavkirin û girtinan serî netewînin û ragihandina rastiyê bidomînin.    Xebatkarên çapemeniya azad ji bo balê bikişînin ser zext, binçavkirin û girtina li ser hevpîşeyên xwe li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rojnamevanan li eywana civînê pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, em li vir in û li ser karê xwe ne” daliqandin. Gelek rojnamevan di civînê de amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Zuleyma Gulum û Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî civînê bûn û piştgirî dan rojnamevanan.    Rojnamevan Emre Orman li ser navê rojnamevanan daxuyanî da û banga bidawîkirina zext, binçavkirin, girtin û sansûrkirina rojnamevanan kir.    Orman bertek nîşanî binçavkirina nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û biryara girtina nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Temel da û polîsan di serdegirtina ofîsa ETHA’yê de dest daniye ser hard dîsk, kamerayan, gelek materyalên dîjîtal û 6 hezar û 600 lîre pere.    ‘EM MAFÊ NÛÇE WERGIRTINÊ DIPARÊZ IN’    Orman anî ziman ku Gayip û Temel berê jî gelek caran bi binçavkirin û zextan re rûbirû mane û got: “Operasyona dawî nîşanî me da ku îqtîdar çiqas ji dengê rastiyê ditirse. Em rojnamevan di wê ferqê de ne ku ev êriş ne cara ewil e û ne jî cara dawî ye.  Em li dijî berevajîkirina mijaran û rojevê ya îqtîdar û medyaya wê mafê wergirtina nûçeyên rast a xelkê diparêzin. Ji bo em vî mafî diparêzin jî îqtîdar bi êriş û gefê xwe bi ser me ve tê.”    ‘TIRKIYE VEGUHERIYE GIRTÎGEHA ROJNAMEVANAN’    Orman bi bîr xist ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala li Wanê ji ber çêkirina nûçeyên du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan jî ji ber nûçeyên çêkiriye hatine girtin. Orman destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û niha li Tirkiyê herî kêm 90 rojnamevan girtî ne û di dinyayê de yek ji welatên herî zêde lê rojnamevan girtî ne Tirkiye ye.    Orman wiha got: “Em rojnamevanên xwedî dîrokek bi rûmet in. Em dengê kesên li ber xwe didin û serê xwe natewînin. Tu niyetek me ku em ê serê xwe bitewînin jî nîne. Em bang dikin û dixwazin hevalên me binçavkirî û girtî bila demildest werin berdan.”    ‘JI NÛÇEYÊN ME ACIZ IN’    Ji Edîtorên ETHA’yê Nadiye Gurbuz jî anî ziman ku polîs mîna dizekan bi ser buroya wan de girtiye û dest danîne ser gelek materyalên wan. Gurbuz diyar kir ku îqtîdar ji nûçe û agahiyên ew didin aciz e û lewma jî tola xwe ji rojnamevanan hiltîne.    NÛÇEGIHANÊ MA’YÊ: EM Ê HEQÎQETÊ BINIVÎSÎNIN    Nûçegihanê ajansa me Mezopototamyayê Nacî Kaya jî destnîşan kir ku hefteyek berê hevkarê wan Mehmet Aslan hatiye girtin û polîsan di serdegirtina mala wan de pirtûk û têbiniyên nûçeyan wek “delîlên sûc” dîtine û ev jî êrişa li ser azadiya îfadeyê ye. Kaya anî ziman ku ew ê li dijî zext û girtinan di bin çinara Mûsa Anter a ku kokên xwe berdaye her deverê bixebitin û di her mercan de dengê heqîqetê binivîsînin û ragihînin.    HDP Û CHP: EM PIŞTGIRIYA ÇAPEMENIYA AZAD DIKIN    Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî kurteaxaftin kirin û destnîşan kirin ku çapemeniya azad dengê wîjdan, edalet, demokrasiyê û azadiyê ye û ew ê her piştgiriya xebatkarên çapemeniya azad bikin.