Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin 2021-01-15 15:55:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên, bi armanca balê bikêşin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin de, hat xwestin ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, di roja 50’emîn dewam dike. Di serî de li Mêrdîn, Riha, Îzmîr û Enqerê, li gelek bajar û navçeyan, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakî û bernameyên cur bi cur hatin lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de, pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji tecrîdê re êdî bese” hat vekirin.    Di çalakiyê de, Dayika Aştiyê ku di heman demê de dayika girtiyan e Nurê Tarlak axivî û wiha got: “Em dayik in. Em ji aşitiyê zêdetir tiştek naxwazin. Îro zarokên me ji bo tecrîda girankirî a li ser me hemûyan ketine greva birçîbûnê.  Ji bo ku girtî zerarê nebînin, ji bo ku aşitî çêbibe û tecrît were rakirin pêwîste em hemû dest bidin destê hev. Banga min ji dayikan  û ji hemû kesên bi wijdan re ye. Dengê girtiyan bibihîzin. Heta ku daxwaza zarokên me neyê cih ji em ê têbikoşin û em ê xwedî li daxwaza wan derkevin. Daxwa wan daxwaza me ye. Bijî berxwedana zindanan.”   Dûre Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, daxuyanî da û wiha  got: “Di sedsala 21’emîn de di erdnîgariya ku em lê dijîn de parastina mafên xwe, meşandina siyaseta demokratîk û tenê aşitî xwestin dibe sedema bedelên giran. Ango dad jî û mafên muhalîfetê kirine bin piyan. Ji 15’yê Sibata 1999’an heta roja îro tecrît li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.  Îro ji çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîta girankirî ya li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê meşandin di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Ji bo ku em piştgiriyê bidin çalekiya girtiyan em li vir amede ne. Pêwîst e ku rewşa girtiyan li ber berçavan were girtin û tecrîda li ser wan were şkandin.”   ‘MAFÊN GIRTIYAN JI WAN HATIYE GIRTIN   Dînç, bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û wiha bilêv kir: “Di aliyê tendirustî, derûnî  û ewlehiyê de girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Cezayên disiplînê bi awayek kêfî tên birîn û hevalên me di hucreyên yek kesî de tên girtin. Lêgerînên tazî tên kirin, mafên wan yên tendirusî û hevdîtinan tên asteng kirin. Nêzîkatiyên ku rûmeta mirov pê dişkînin tên kirin. Di nava tecrîdê de tecrît li ser wan tê meşandin. Geh di hundir de geh jî ji derve kesên muxalîif tên tecrîdkirin. Banga me ji hemû kesên muxalif re ye. Hemû bertekên civakî ji aliyê dewletê ve tên terorîzekirin. Dixwazin hemû civakan li gorî xwe bi teşe bikin  û wan bê nefes bihêlin. Ji ber vê sedemê jî em hemû girseya muxalîf vedixwînin têkoşîna demokrasiye. Werin em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.”   GUNAY: DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî, axaftine kurt kir û wiha got: “Greva birçîbûnê di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Em ji Nisêbînê bang li Tirkiyê, hemû gelên muxalif, bang li îqtidarê û kesên demokrat dikin. Girtî 50 rojin di greva birçîbûnê de ne û 2 daxwazên wan hene. Ya yekem û sereke şkandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ew daxwaz dikin ku Tirkiyê qanûnan pêk bîne. Daxwaza duyemîn jî bi dawîanîna binpêkirinên mafên girtiyan e. Demek dirêje gef û îşkence li girtîgehan pêk tên. Ji ber pendemiyê jî  îqtidarê alîgirên xwe û hemû girtiyên adlî serbest berdan. Bi lez girtîgeh hatin valakirin, lê girtiyên sîyasî ne hatin berdan.  Li dijî wê hin girtin çêbûn. Ango gef û tundiya li ser wan hat zêdekirin. Îro ji bo em bibin dengê wan em amade bûn. Daxwa wan daxwaza me ye. Divê ku dawî li tecrîdê were anîn. Ji ber ku tecrît li hemberî demokrasiyê kelepçeyek e. Berxwedana wan berxwedana me ye.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Rêxistinên HDP’ê yên Riha, Enqere û Îzmîrê jî, bi armanca piştevahiya bi girtiyan re, di heman çarçoveyê de, çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de, hat destnîşankirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û daxwaza bi dawî kirina tecrîd û binpêkirinên mafan girtiyan hat kirin. Çalakvanan, da zanîn ku daxwazên girtiyan daxwazên wane û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.