Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin 2021-01-16 09:04:35 MELETÎ - Endamê Desteya Rêvebir a Hawirdorê ya Meletiyê Hasan Kaya, destnîşan kir ku RES û HES'ê derbarê wan de raporên "pêdivî bi ÇED'ê" tune ye hatine dayîn, di jiyana mirovan û xwezayê de dibin cihê texrîbatên mezin. Endamê Desteya Rêvebir a Platforma Hawirdorê ya Meletiyê Hasan Kaya, anî ziman ku li bajêr heya niha 813 caran ji bo rapora Nirxandina Karîgeriyê ya Hawirdorê (ÇED) serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan ji bo 496 heban biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" hatiye dayîn. Kaya, diyar kir ku li gel Santralên Enerjiya Bayê (RES) û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ocaxên zêr, hesin, sifir, kûvars û komirê jî bandorek mezin li jiyana mirovan û xwezayê dikin û dibin sedema texrîbatên mezin. Kaya got: "Ji ber vê mirov terka warên xwe dikin."    QIRKIRINA XWEZAYÊ    Kaya, bal kişand ser fealiyetên madenvaniyê û texrîbatên wan û diyar kir ku hîn jî xebatên lêgerînê didomin. Kaya, anî ziman ku pirgsirêkên hawirdorê tenê divê li gor ocaxên madenê neyên nirxandin û got: "Ji xeynî madenan RES, HES, ocaxên kevir, qûm û mermeran jî hene. Ji bo xweza neyê qirkirin me platformek ava kir û em xebatên xwe di bin banê vê xebatê de dikin."    HEVSENGIYA EKOLOJÎK TÊ TUNEKIRIN    Kaya, navên bendav û ocaxên madenê yên zirarê didin xwezayê wiha rêz kirin: "Li Çemê Şotikê bendavek hatiye çêkirin. Li qada wê bendavê li Taxa Saz a Jor û Jêr, Taxa Basak, Taxa Guvenc û Taxa Karagoçekê yên Hekîmxanê 3 heb, li herêma Hasan Çelebî ya Hekimxanê 2 heb bi giştî 12 heb fabrîkeyên madenê hatine çêkirin û ev maden çalak in.  Li Taxa Dedeyazi ya navçeya Wêranşarê jî şîrketeke madenê hatiye avakirin. Li vê derê madena kromê tê derxistin. Bi qasî 50 metreyî li jora gund e. Ji ber madenê tax di nava toz, gaz û jehrê de dimîne. Fealiyetên madenê hevsengiya ekolojîk tune dike. Li texma gundê Keller û Buyukê yên navçeya Arganê maden tên derxistin. Me li vê derê jî dît bê ka hevsengiya ekolojîk çawa tê xerakirin."    MIROV KOÇ DIKIN    Kaya, anî ziman ku çem, robar û coyên li herêmê jî nesîbê xwe ji vê qirkirina xwezayê digirin û got: "Li navçeya Şîro li Çemê Şîroyê du bendav hene. Li Darenê jî li Çemê Tohmayê 4 HES çêkirin. Li Çemê Asarê û Çemê Şotikê jî HES çêkirin. Çemê Kûrûyê ku ji Hekîmxanê dest pê dike û diçe tevli Çemê Firatê dibe, 6 HES çêkirine. HES'ên hatine çêkirin hevsengiya xwezayê xerab dikin û dibin sedema çolbûyînê. Her wiha şêniyên herêmê jî ji mecbûrî terka warê xwe dikin. Gelek cureyên çûkan mirin. Yek ji van jî kew e. Yanî bandoreke nebaş li hemû candaran dike."    ZIWABÛN    Kaya, anî ziman ku di warê avê, çem û robaran de berê Meletiye devereke dewlemend bû û mirovan bi rihetî dikaribû avê peyda bike. Kaya, destnîşan kir ku lê belê niha çem û robar 50-100 metre paşve çûne û got: "Niha her diçe ziwabûn zêde dibe. Çemê Kûrûyê ku çemekî girîng ê Meletiyê ye, havînan ziwa dibe. Di biharê de piştî berf dihele ava wê zêde dibe. Her wiha ava çemên Tohma, Şîro û Sûltansûyê yê kêm bûye. Piştî bendav û HES hatin çêkirin ev çem û robar ziwa dibin."    ‘JI BO RANTÊ'    Kaya, destnîşan kir ku her diçe hevsengiya xwezayê xirab dibe û got: "Şîrketên biyanî ji bo rantê li herêma me madenan derdixin. Bi çêkirina HES û JES'an xwezaya me qirêj dikin. Em ji van texrîbatan re dibêjin, na."    MA / Bariş Polat