Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin 2021-01-16 09:06:08 MÊRDÎN – Îdianameya derbarê nelirêtiyeke Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, hat amadekirin. Di îdianameyê de hûrguliyên ecêb hene. Di îdianameyê de hûrguliyên 3.6 milyon TL bertîlê hene û behsa zext û zoriyên xwarziyê qeyûm hatine kirin ku li gor dilê xwe îhale dane kîjan fîrmayan.  Îdianameya derbarê "nelirêt" û "bertîleke" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, temam bû. Di îdianameyê de Zeynî Teker jî heye ku ev kes yek ji zilamên sereke yê qeyûm bû û qeyûm midûriyeta gelek beşan û serokatiya gelek daîreyên şaredariyê xistibû destê wî. Teker, ji 26'ê Mijdara 2020'î ve girtiye. Ji xeynî Teker navê kardêr Şerîf Acar ku îhaleya xebitandina Baxçeyê Gel ê Kamorê wergirtibû, xwarizyê qeyûm Mûstafa Yamanî Yûnûs Emre Akça û 8 rêvebirên di dema qeyûm de di îdianameyê de heye. Ev kes jî di îdianameyê de ne: M.S.H., O.K., S.C., Ş.E. û Y.E.    XWARZIYÊ QEYÛM    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bedêla îhaleya Baxçeyê Gel a Kamorê li gor usûla qanûna jimare 2886'an nehatiye tespîtkirin, lê belê kifş bûye ku Yûnûs Emre Akçe bi zorê daye şîrketa Nasirogûllariyê.    2 MILYON Û 689 HEZAR TL ZIRAR    Di îdianameyê de rapora mufetîşan jî cih girtiye. Mifetîşan di rapora xwe de bal kişandibûn ser nelirêtiya îhaleya Baxçeyê Gel a Kamorê. Di vê raporê de navê 8 kesan derbas dibe.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku tenê di îhaleyekê de şaredarî 2 milyon û 689 hezar û 850 TL hatiye xisirandin.    3 MILYON Û 625 HEZAR TL BERTÎL    Di îdianameyê de hat rapora pêzaniyê jî hatiye bicihkirin. Li gor rapora pêzzaniyê mutehît Adnan Yuksel ê ji Xarpêtê ji bo dev ji îhaleyê berde 500 hezar TL bertîl ji Şerîf Acar stendiye.   Di îdianameyê de îfadeyên kardêr Şerîf Acar ê girtî yên derbarê bertîl de jî hatine bicihkirin. Şerîf, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye ku ji xeynî 500 hezar TL'yî, 2 milyon û 300 hezar TL'yê din jî daye. Acar, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku mutehît Adnan Yuksel û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê û Midûrê DEDAŞ'ê yê Mêrdînê Mehmet Bûlût, wekî "zilamên qeyûm" nas kirine. Şerîf, di îfadeya xwe de gotiye: "Ji ber tahde li min dihat kirin û gef li min dihatin xwarin, ji bo îhale betal nebe min nêzî 2 milyon û 300 hezar TL pere dan Adnan Yuksel. Bi qasî ku ez dizanim bi vî pereyî wesayîta model 2018 a Audi A6 ku qeyûm Mûstafa Yaman bi kar dianî û 2 wesayîtên bi markeya Passat ên model 208 hatine stendin... Ji bo vê jî min 825 hezar TL da Yûnûs Emre Akça."    GEFÊN XWARZIYÊ QEYÛM    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku gelek xebatkarên şaredariyê ji ber tahde û zoriyê ji mecbûrî hin belge îmze kirine û xwarizyê qeyûm Yûnûs Emre Akça jî li gor dilê xwe îhale dane şîrketan. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku îhaleyên hatine kirin bêusûl in û Akça gef li xebatkarên ku nexwestine îmze bikin xwarine. Di îdianameyê de hatiye nivîsandin ku Akça ev gef li xebatkaran xwariye: "Werin îstifa bikin. Em dewlet in. Em qeyûm in. Ê ku li ber me rabe ya FETO'yî ye yan jî PKK'yî ye."    Her wiha di îdianameyê de hatiye destnîşan kir ku çendî ku li şaredariyê tu erkeke fermî ya îmzekirinê ya Yûnûs Emre Akça tune bûye jî, hemû kar û bar bi telîmata qeyûm Walî Mûstafa Yaman kirine.    Dozger îdiname ji Dadgeha Cezayê Giran re şandiye. Tê payîn ku dê dadgeh van rojan biryara xwe aşkere bike.    MA  /  Ahmet Kanbal