32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn 2021-01-16 09:08:46 WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku ji roja ku ji bo damezrandina partiyê serlêdan kirine heya niha 32 partî hatine avakirin û ji bo astengiya li pêşiya wan hatiye danîn got: "Hebûna me, wan aciz dike."  Li gor qeydên Serdozgeriya Dadgeha Bilind di sala 2018'an de 2, di sala 2019'an de 3 û di sala 2020'an de jî 27 partiyên siyasî yên nû hatine avakirin. Lê belê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), di 3'yê Gulana 2018'an de daxwaznameya ji bo damzrandinê daye Wezareta Karên Navxweyî, lê hîn jî serlêdana wê nehatiye pesendkirin.    Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, helwesta li hemberî partiya xwe nirxand.    'HEBÛNA ME, WAN NERIHET DIKE'   Gulmez, destnîşan kir ku partiya îqtidarê naxwaze dengên kurdan biçe ji partiyên din re. Gulmez, bilêv kir ku di salên dawî de bi dehan partî hatine avakirin û tu astengî çênebûne. Gulmez, anî ziman ku di serî de Partiya Huda Parê ditirsin dengên xeta îqtiraê kêm bibin û lewma astengiyan datînin ber wan. Gulmez got: "Hebûna me, partiyên pergalê nerihet dike. AKP, ji sala 2018'an heya niha astengiyan datîne ber serlêdanên me û ewraqên me yên fermî pesend nake."    Gulmez ku partiya xwe wekî "partiyeke demokrat-dîndar" wesifand, anî ziman ku her wiha nirx û manewiyata gelê kurd esas digirin. Gulmez got: "Gava me nû partiya xwe ava kir, me di hilbijartinên giştî de diyar kir ku em ê piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş. Dû re di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de me û HDP'ê tifaqek çêkir. A rast sedema ambargoya me, ji ber ku em kurd in, demokrat û dîndar in."    'WELÊT BI TELÎMATAN TÊ BIRÊVEBIRIN'    Gulmez, destnîşan kir ku welêt ne bi qanûnan, bi telîmatan tê birêvebirin û got: "Tenê li gor telîmatan belgeyan didin me. Wezareta Karên Navxweyî, Qanûna Bingehîn xistiye bin serweriya xwe. Partiyên piştî me hatin avakirin piraniya wan li ser asasê meseleya kurd ava bûn. Lê mixabin ev nêzî îqtidarê ne, piştgiriya qeyûman dikin û bi awayekî aşkere piştgiriya îqtidarê dikin."    Gulmez, bang li hemû kesên ehlê hiqûq û edaletê kir ku xwedî li partiya wan derkevin û got: "Damezrandina partiyê, mafekî qanûnî ye. Em dixwazin di çaçroveya vê heqiyê de li qada siyasî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin. Lewma em li benda piştgiriya her kesî ne."