Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne 2021-01-16 09:54:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Ronakbîrê Emerîkayî yê navdar Avram Noam Chomsky li Zanîngeha Rojava semînerek da û got: "Bidem ji Trump cudaye, lê divê em nekevin nava bendewariyek zêde. Şoreşa Rojava bi nirx û mucizeye. Divê tevahiya cîhanê vî nirxî bibîne."    Feylesof, dîroknas, zimanzan û ronakbîrê Emerîkayî yê navdar Avram Noam Chomsky bi bernameya "Zoomê" beşdarî Akademiya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bû û semîner da. Chomsky, di semînera axivî de, diyar kir ku Rojava  di pêvajoyek dijwar re derbas dibe.   Avram Noam Chomsky, di destpêkê de nêrîna xwe ya derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de anî ziman û got: "Rojava di rewşeke pir dijwar de ye. Pirsgirêka wê ya sereke ew e ku dê çawa ji êrişên Tirkiyê yên bi erêkirina Emerîkayê têne kirin, xilas bibe. Li aliyekî din rejîma Esed a hov heye. Mayîna Rojava heya vê merheleyê mûcîze ye, tecrûbeya wî îsbat kir ku piştevahiya navneteweyî mimkin e."   'DIVÊ EM BAWERIYA XWE ZÊDE NEDIN BIDEM'   Chomsky behsa rewşa Rojhilata Navîn di serdema serokê Amerîkayê yê hilbijartî Jeo Biden de kir û wiha got: "Ger zexta gel tune be, Biden jî dê heman stratejiya Emerîka ya parastina berjewendiyên dewlemendan bidomîne. Dibe ku siyaseta wî ji ya Trump cuda be, lê divê em nekevin nava bendewariyek zêde. Ji ber vê yekê divê her kes zextê li Biden bike. Lê bawer nakim ku dê Biden mîna Trump hov be û wê ji Tirkiyê re nebêje biçe dagir bike û kurdan bikuje, ew jî wê tiştekî neke."   Noam Chomsky, di berdewama axaftina xwe de, nêrîna xwe ya derbarê serdema Trump de parve kir û pê de çû:  "Rêveberiya Trump hate rexnekirin, ji ber polîtîkayeke wî ya hevgirtî nine, lê belê xwe dispêre rêgezên sereke yê emperyalîst, mîna piştgiriya bi hêzan û têkbirina lawazan. Ev yek di nêzîkatiyên şerê li Yemenê de eşkere bû, ku piştevahî da sîstemeên nejadperest ên li Îsraîlê, li beramberî ku alîkariyên mirovî yên besît li ser Yemenê qut bike û filîstiyan û herî dawî kurdan têk bibe."   'MAFÊ MINAN MISOGER BIKIN'   Têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî Chomsky, ev nirxandin kir: "Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rû didin ji pirsgirkên li dewletên liberal cûda ne. 10 sal li ser Buhara Erebî re derbas bûn, ya ku li her deverê bi tundî hatin têkbirin. Lê pirsgirêkên li dewletên liberal, ne têkbirina nêrîn e, lê belê paşguhkirina wê ye. Bi rengekî din, nêrînên ku têne parvekirin nagihêjin girseyeke mezin, li beramberî wê, tevgerên gel dikarin hin pirsgirêkan ber bi qada siyasî ve bibin."   Chomsky, ji bo rêveberiya Rojava jî hin hişyarî kirin û wiha bilêv kir: "Tişta ku divê were kirin, sîstemeke pêşketî were avakirin ku mafên jinan mîsoger bike nirxên ku li gorî dijî pêk bîne. Ev kirin wisa li Afrîkyaya Başûrê li hemberî sîstemeke bi ser ketin. Ev hêviya we ya tekane ye."   'HÛNÊ BIGIHIJÎN ARMANCA XWE'   Ronakbîrê Emerîkayî yê navdar Avram Noam Chomsky, di dawiya axaftina xwe cardin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyên dîrokî re derbas dibin. Mayîna şoreşa Rojava heya niha û berxwedana wê mûcîze ye. Gelê Rojava xwedî nirxe, divê ev nirx ji tevahiya cîhanê re bê ragihandin û dîtin. Ez bawer dikim ku gel destekê bide, hûnê bigihêjin armanc û mafên xwe."