Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin 2021-01-16 13:16:01 ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku bi hinceta şewbê tetkîkên girtiyê nexweş Resûl Kocaturk nayin kirin û got: “Ji ber ku wî nabin kontrolê, neçar dimîne ku dermanên berî salekê ji bo wî hatine dayîn vexwe.”    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 332’yemîn ji ber şewba vîrûsa koronayê bi rêya vîdeoyê li dar xistin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa tendurstiyê girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale girtiye.    Çevîrmen, diyar kir ku nexweşiyên Wernicke-Korsakoff-astimê yên Kocaturk hene û wiha axivî: “Di heman demê de nexweşiyên wî yên Hîpotîroîd û Îrrîtabl Kolonê hene. Ji ber nexweşiya xwe ya zixtika di pişikê de jî, demek dirêj li Nexweşxaneya Sanatoryûm a Enqerê hat dermankirin. Lê 8 meh bi ser kontrola wî re derbas bûne. Ligel vê yekê jî nabin kontrolê.”   ENCAMA PATALOJIYÊ NE BAŞE    Çevîrmen, da zanîn ku Kocaturk li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kirikkaleyê, di 7’ê Cotmeha 2020’an de, hatibû muayene kirin û wiha pê de çû: “Endama patolojiya Kocaturk ne baş derket. Bijîşkan, xwest ku di beşa patolojî ya Nexweşxaneya Gazî ya Enqerê de, patolojiya Kocaturk bê lêkolînkirin. Bijîşkên Nexweşxaneya Gazî got ku heya ew nexweş nebînin, nikarin patolojiye lêkolîn bikin, lê ji ber şert û mercên pandemiyê nikarin nexweşan qebûl bikin. Kocaturk ji bo tetkîkên xwe, ev hetiyeke li bendêye ku wî bibin Nexweşxaneay Bajêr a Enqerê û ne diyare dê wî kengî bibin.”   BANGA BERDANÊ    Çevîrmen, dest nîşan kir ku rayedar bi hinceta şewbê Kocaturk nabin kontrolê û ev bang kir: “Ji ber ku Kocaturk nabin nexweşxanê, ew jî neçare ku dermanên berî salekê ji bo wî hatibûn dayîn vexwe. Rewşa tenduristiya Resûl Kocaturk girane. Ji ber ku nayê tedawî kirin, jiyana wî di xeteriyê de ye. Her roja diçe, rewşa wî kritîk dibe û jiyana wî dikeve rîskê. Em dixwazin ku girtiyên mîna Kocaturk ên rewşa wan girane bên berdan û li gel malbatên xwe di şert û mercên guncaw de bên dermankirin.”