Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû 2021-01-16 15:06:18 DERSIM - Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.     Barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûr a Dersimê dîmenên bêhempa û xeşik ketin ber objektîfa ajansa me. Li seranserê rêya Pilûrê xanî û darên ku di bin berfê de man dîmên û wêneyên xweşik bi xwe re derxist holê. Barîna berfê ya li navçeyê kêfa xelkê navçeyê jî anî. Ji ber mijê zêde Çiyayê Mûnzûrê nehat dîtin. Darên mazî û xaniyên gundan di bi berfê xemilîn. Li Avzêmên Mûnzûrê jî dîmenên ku mirov ji temaşekirina wan têr nabe xwe radixe ber çavan.