Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe 2021-01-17 09:01:14 STENBOL - Rojnameger Berîtan Sarya, sedema êrîşên hêzên çekdar û paramîlîter ên li dijî Eyn Îsayê wekî "Kula Kobanê" ya di dilê Erdogan de pênase kir û wiha got: "Êrîşa li dijî Eyn Îsa li berxwedana şervanên herêmê rast hat. Êrîş negîhişt armanca xwe. Piştî ENKS'ê bi rayedarên Tirk re hevditin kir paşve zîvirin. ENKS û PDK'ê pişta xwe dane Tirkiyeyê lê ENKS û PDK lê li gel Tirkiyeyê winda bikin.  Tirkiye di bin baneyê Artêşa Nijadî ya Sûriyê (SMO) de gelek hêz û komên çekdar ên paramîlîter kom kirin û bi salan e êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tirkiye ewil piştgirî da DAIŞ'ê û êrîşî Kobanê kir. Êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Êrîşî Efrîn, Grê Spî û Serêkanîyê kir. Di êrîşan de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Niha êrîşên xwe li dijî herêma Eyn Îsa zêde dike. Rêya M4 ji bo Suriyeyê xwedî girîngiyek stratejîk e. Yek ji bajarê li ser vê rêyê ku girîng e Eyn Îsa ye. Eyn Îsa, bajarê Minbîc û Kobanê û bajarê Hasekê û Kamişlo bi hev girê dide. Duriyanek di navbera 4 bajaran de ye. Rêya M4 ku di nava Eyn Îsa re derbas dibe, ji Lazkiye dest pê dike û diçe Halepê. Ji Helepê jî diçe Kamışlo û heta sînorê Sûriye û Iraqê diçe.    Tirkiye dixwaze ewil Eyn Îsa bi dest bixe û bi vê yekê têkiliya navbera Kobanê û Minbîc û herêmên din qut bike. Ji ber vê yekê dixwaze rêya M4 bi dest bixin. Tirkiye ji bo vê yekê hêzên çekdar ên paramiliter weki amûr bikar tîne. Hêzên komên çekdar ên êrîşî Eyn Îsa kirin, bi berxwedana Hêzên Demokratîk a Suriyeyê (QDS) û berxwedana gel re hatin hemberî hev û gelek kes ji wan hatin kuştin. Tirkiye bi destê komên çekdar 3 mehin êrîşî herêmê dike, lê heta niha tişta dixwaze bi dest nexistiye.    Rojnameger Bêrîtan Sarya, ya bûyerên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne, li ser armanc û encama êrîşên li dijî Eyn Îsa, polîtîkayên Rusya û DYA yên li ser herêmê, ziyareta Serokê MÎT'ê Hakan Fidan a Rejîmê hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de axivî.    JI 9'Ê COTMEHÊ VE ÊRÎŞ DIDOMIN   Sarya, destnîşan kir ku piştî êrîşên li dijî Girê Spî û Serêkanîyê ya di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kir, bê navber êrîşên li dijî Eyn Îsa didomin û wiha got: "Di 3 melên dawî de êrişên li dijî Eyn Îsa zêde bûne. Hin medyayên Tirkiye yên nêzî hikûmetê agahiyên şaş didin. Li dijî agahiyên wan heta niha li dijî herêmê êrîşek topyekun pêk nehatiye. Konjonktura heyî destûrê nadin êrîşa tapyekun. Her çend Rusya bi van êrîşan dixwaze gefan li Rêveberiya Xweser bixwe jî naxwaze bi temamî hêza Kurdan winda bike. Ji ber vê yekê destûr nade êrîşên topyekun."    'PIŞTA ÇETEYAN ŞIKEST'    Sarya, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Eyn Îsa bi dest bixe û têkiliyên hin qad û Kantonan ji hev qut bike û wiha axivî: "Bi van erîşan dixwaze xebatên Rêveberiya Xweser pûç bike. “Qada hewayê ji balafirên şer re nehat vekirin. Lê balafirên keşfê dem bi dem li ser herêmê firiyan û bombe kirin. Heta niha 4 gund bombe kirin. Li Bakurê Eyn îsa gundê Seyda, li Bakur û Rojavayê Eyn Îsa gundê Maalek, li ser rêya Rojhilatê Eyn Îsa ya Tîl Temir Gundên Cehbel û Mişrefe bombe kir. Xwest vir dagir bikin û bajar dorpêç bikin. Xwestin ji vir gav bi gav ber bi Navenda Eyn Îsa ve biçin. 3 mehin ji bo vê yekê êrîş dikin. Lê heta niha gavek jî pêşve neçûne. 45 roj berê ketin gundekî vala. Lê QSD'ê ew ji wir derxistin. QSD'ê pişta wan şikand. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê gotin ‘Bê balafir nabe. Hûn me dişînin ser mirinê' û bertekên xwe anîn ziman. Di aliylê moral û derûnî de pir şikestine."    BIRÎNA ERDOGAN KOBANÊ YE   Sarya, destnîşan kir ku dema Eyn Îsa dagir bikin dixwazin Kobanê jî dorpêç bikin û wiha berdewam kir: "Piştî DAIŞ li Kobanê têk çû, wekî kul û birînekê ket dilê Erdogan. Bajarên ku ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ji bo yekîtiya gelê Kurd û Ereb pir girîng e. Gelê Eyn Îsa Reqqa, Tabka, Kobanê û bajarên din ên DAIŞ dagir kiribûn, li dijî êrîşên Tirkiyeyê pir bêzar û bi bertek in. Bertekên tund nîşanî van êrîşan dan. Bi taybetî gelê Girê Spî yê ji ber êrîşên Tirkiye koçber bûne pir bi bertek in. Li dijî Tirkiye Rûsya û Rejîmê bertekên wan pir zêde ne. Di êrîşa 9'ê Cotmehê de jî ev tişt wisa bû. Di navbera QSD û rejîmê de di qada eskerî û ewlehiyê de lihevhatinek kiribûn. Lê Rejîmê û Rûsya ev yek kirin firsend û hêzek mezin a eskerî şand Reqqağ, Tabka û Minbicê. Lê gel ev yek qebûl nekiribû. Niha jî gel vê yekê qebûl nakin. Gel Tirkiyeyê qebûl nakin."    ÊRÎŞ DIDOMIN   Sarya, bal kişand ser agirbesta di navbera koalîsyon, DYA û Rûsyayê de û wiha axivî: "Me ji Rêveberiya Xweser pirsî. Gotin ‘Me hem bi Rûsya û hem jî bi DYA yê re gelek hevdîtin kirin. Lê êrîş didomin. Di pratîkê de êrîş didomin.    POLÎTÎKAYÊN RÛSYA YÊN LI DIJÎ EYN ÎSA    Rojnameger Sarya bibîr xist ku Rûsya êrîşên li dijî Eyn Îsa wekî amûra gefan bikar tîne û wiha got: “Rusya rêya M4'an dixwaze. Dixwaze hêzên Koalisyonê bi temamî ji herêmê derkevin û herêmê têxin kontrola xwe. Eger rejîm li vir serdest bibe dê dîsa Rusya ji li herêmê serdest bibe. Ji ber vê yekê naxwaze Tirkiye bi topyekun êrîş bike. Em ji rewşa Efrînê dizanik ku Rusya her tim dixwaze tavîzan bi dest bixe.   HAKAN FÎDAN REJÎM ZIYERET TIR   Sarya bal kişand ser ziyareta Serokê MÎT'ê Hakan Fidan jî wiha got: "Li gorî agahiyên di nava gel de belav bû Fîdan bi hikûmetea Esad re hevdîtin kiriye. Lê agahiyek şênber tune. Lê tê gotin Hakan Fidan bi hevkariya Rusya bi rejimê re hevdîtin kiriye.    Sarya, herî dawî da zanîn ku MÎT'a Tirkiyeyê bi rêbazên şaneyên muhaberatê dixwaze rayedarên Rêveberiya Xweser û pêşengên êl û eşîran bikin hedef û wiha bi dawî kir: "Hewl dide ku îtîfaq û yekîtiya gelên Ereb û Kurd xera bike. Dixwaze gelê Ereb û Kurd li herêmê bîne hemberî hev. Piştî ENKS’ê bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin kirin, hewl didin hevdîtinên bi PYNK'ê de dîsa ji serî de dest pê bikin. Dîsa diyar dikin ku perwerdehiya zimanê zikmakî naxwazin. Dixwazin Hêza Parastina Cewherî rakin. Dixwazin pergala Hevserokatiyê rakin. Dixwazin ji sedî 50 bibin şirîkê Rêveberiya Xweser. Bi aqilê Tirkiyeyê dixwazin her tiştî xera bikin. Fêda vê yekê nakê wan. Niha ENKS û PDK'ê pişta xwe daye Tirkiyeyê. Lê ENKS û PDK jî lê li gel Tirkiyeyê winda bikin."     MA / Îdrîs Sayilgan