‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin' 2021-01-17 09:03:28   ÎZMÎR - Nûnerê Komeleya Hêza Kedê ya Îzmîrê Şahîn Başaraner, bal kişand ser pirsgirêkên ku karker di dema şewbê de bi wan re rû bi rû mane û ji bo meaşê kêm jî destnîşan kir ku karker mehkûmî birçîbûnê hatine kirin.      Li Tirkiyeyê meaşê kêm ê sala 2021'ê bû 2 hezar û 825 lîre û 90 qurîş. Nûnerê Komeleya Hêza Kedê ya Îzmîrê û Berdevkê Konseya Nûnertiya Karkeran Şahîn Başaraner, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 40'ê xebatkaran mehkûmî meaşê kêm hatine kirin.    Başaraner, bilêv kir ku li herêma Egeyê ji ber pandemiyê karker di fabrîkeyan de hatine hespkirin û li fabrîkeyên wekî Vestel û Lezîtayê karker tên xebitandin. Başaraner, destnîşan kir ku karker ji tirsa dê ji kar bên avêtin doza heqê xwe nakin û got: "Gelek eks betal maye. Mixabin karker jî xwe li bêdengiyê datînin. Di dema şewbê de sermaye û dewlet bêyî alîkariyeke civakiyî karkeran dişîne fabrîkeyan. Ev mekanîzmaya ku îdia dike dewleteke civakiyî ye, tenê xizmeta zengînan û sermayedaran dike."    ‘MA YÊ TÊRA KÊ BIKE?'    Başaraner, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 40 xebatkaran mehkûmî meaşê kêm hatine kirin. Başaraner, destnîşan kir ku di hesêbkirina meaşê kêm de piranî xweyîkirineke karbonhîdratî pêşniyarî karkeran hatiye kirin û got: "Ên ku vê yekê hesab kirine, nehatiye bîra wan ku dê ev karker karibin goşt bixwin an na. Bi milyonan karkerên ku bi meaşê kêm dixebitin di xaniyê bikirê de ne. Ancax bi vî meaşî heqê ceryan, av, gaz û înternetê bidin. Ev meaş ê têra kîjan kedkarî bike?"    Başaraner, bilêv kir ku di dema şewbê de derxistina ji kar hatiye qedexekirin, lê belê patron xwe dispêrin valahiyên di Qanûna Bingehîn de û karkeran ji kar derdixin.    BANGAWAZÎ, JI BO TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYΠ   Başaraner, anî ziman ku ew bi hezaran karkeran re hevdîtin kirine û ji bo çareserkirina pirsgirêkên karî civîn çêkirine. Başaraner, da zanîn ku li Herêma Egeyê û Îzmîrê gelek fabrîke û etsîsên pîşesaziyê hene, lê belê rêjeya kesên ku dibin endamê sendîkayê pir kêm e. Başaraner, destnîşan kir ku di salên dawî de rêjeya rêxistinbûyînê zêde bûye, lê belê piştî ku patron bi vê hesiyane, karkeran ji akr derdixin. Başaraner, bal kişand ser têkoşîneke rêxistinbûyî û got: "Gava karker bi bi hev re tevbigerin dê karibin mafên xwe bi dest bixin."