Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn 2021-01-17 09:03:55   MÊRSÎN – Polîsan nehiştibûn HDP'a Mêrsînê derbarê çalakiya greva birçîbûnê de daxuyaniyê bide. Hevserokê HDP'a Navçeya Yenîşehîrê Emrah Denîz jî li ber polîsan rabûbû. Ji ber vê 789 TL ceza li Denîz hat birîn.    Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Mêrsînê di 22'yê Kanûna 2020'an de xwestibû derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsan daxuyanî asteng kiribû. Li ser vê Hevserokê HDP'ê Yenîşehîr a Mêrsînê Emrah Denîz li ber polîsan rabûbû. Ji ber vê nîqaşê, bi hincera 'mesafeya fizîkî' binpê kiriye 789 TL ceza li Denîz hat birîn.   Denîz, destnîşan kir ku ev salake ku polîs li Mêrsînê bi vî awayî nêzî çalakiyên wan dibin. Denîz, bilêv kir ku nexasim jî hin kes hatine diyarkirin û ceza jî li van kesan tê birîn. Denîz got: "Em bi mantiqa vê dizanin. Dixwazin li her derî tevgera siyasî ya Kurd binpê bikin. Hema bibêje di hemû çalakiyan de cezayê pereyî li rêveber û xebatkarên me tê birîn."    Denîz, anî ziman ku bi dehan kes tevli daxuyaniya wan a hat astengkirin bûbûn, lê belê ceza tenê li wî hatiye birîn. Denîz got: "Dixwazin me bitepisînin. Ji bo tepisandinê serî li her rê û rêbazê didin. Dixwazin partiya me berteng bikin. Her roj beleheq belesebeb bi dehan kesî digirin. Niha jî zext û zoriya aborî li formata xwe ya binçavkirin û girtinê zêde kirine. Lê belê li bara me tu hikmên cezayên wan tune ne. Têkoşîna me berdewam e."