'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê' 2021-01-21 09:18:34 STENBOL - Nûnerên sendîkayan anîn ziman ku di dema şewbê de derxistina ji kar a bi Kod-29’an zêdetir bûye. Nûneran destnîşan kir ku di bikaranîna vê kodê de divê mecbûriyeta îspatkirinê hebe û karker jî divê li hember vê kodê têbikoşin.  Gava kardêr karkeran ji kar derdixin, mecbûr in di nav 10 rojan de sedema wê ragihînin SGK'ê û ji bo vê jî divê kodekê bişînin. Yek ji van kodan jî Kod-29 e ku karker bi hinceta "li gor pîvanên ehlaq û qenciyê tev nagere" ji kar tên derxistin. Ji ber vê karker nikarin tazmînata kidem û îxbarê û meaşê betaliyê wergirin.    Di dema şewbê de derxistina ji kar a bi Kod-29'ê zêdetir bûye. Li Çorûmê 90 karkerên di fîrmaya Ekmeçîogûllariyê de dixebitîn û endamên Bîrleşîk Metal-Îş'ê bû bi vê kodê ji kar hatibûn derxistin. Karker 45 roj in ji bo vegerin ser karê xwe li ber fîrmayê li ber xwe didin. Her wiha karkerên endamên PTT-Senê jî ji ber vê kodê ji kar hatibûn derxistin û ev karker jî li Îzmîr û Stenbolê li ber midûriyetên PTT'ê li ber xwe didin.    Nûnerên sendîkayan bikaranîna Kod 29’ê nirxandin.    Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, anî ziman ku Kod-29 ji bo karkeran tiştekî nebaş e û nexasim jî di dema şewbê de ji ber vê gelek karkera ji kar hatine derxistin. Çerkezoglû, destnîşan kir ku ev yek ji bo jinan xirabtir e û got: "Wekî her krîzê, di dema şewbê de jî herî zêde jin betal man. Bi vî awayî karker nikarin karine nû jî peyda bikin."    BEYAN TENÊ TÊR NAKE    Çerkezoglû, anî ziman ji bo derxistina ji kar tenê beyana kardêr esas tê girtin, lê belê ji bo bandoreke nebaş li karkeran çênebe divê beyana kardêr tenê esas neyê girtin û got: "Heger îdiayeke bi vî rengî hebe, divê kardêr wê îspat bike. Divê xwe bispêre delîleke berbiçav. ÎŞKÛR û SGK jî divê vê beyanê di cî de qebûl nekin. Divê kardêr werê bi rihetî vê kodê bi kar neynin, divê pêşî lê bê girtin."    DOZ    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Derîteksê (DERÎTEKS) Farûk Yanilmaz jî destnîşan kir ku karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar tên derxistin divê dozê vekin û got: "Heya doz bi dawî nebe karker mafên xwe werdigire. Jixwe karkerekî ku sûcekî nebaş kiribe naçe dozê venake. Ji lewra dizane dê bi ser nekeve. Lê kesên qet sûc nekirine, lê belê bi vê muameleyê re rû bi rû dimînin divê bidin dû mafên xwe. Kesên ku nedin dû heqên xwe tiştekî ku em pêşniyarî wan bikin tune ye. Sirf ji ber ku bi gotina kardêr nekiriye ji kar tên avêtin. Ev ne tiştekî adil e. Armanca wan karkeran ji kar derxin û wî reş bikin. Gava kardêr serî li karekî din dide ev yek dertê pêşiya wî/ê. Derxistina ji karî ya bi vî rengî nayê qebûlkirin. Me ev yek li meclîsê ji parlementeran re got. Çi ji destê me tê em dikin. Bila karker baweriya xwe bi sendîkayên xwe bînin. Karkerê rêxistinbûyî têk naçe."    VEGUHERANDIN RANTÊ    Berpirsiyarê Herêma Marmarayê yê Dev Turîzm-Îşê Tûrgay Ozdemîr jî anî ziman ku di dema şewbê de kardêran Kod-29'ê veguherandine rantê û got: "Ev qanûn bi temamî divê bê guherandin. An jî kardêr divê vê yekê îspat bike. Wekî din nayê qebûlkirin, derxistina ji kar. Ev yek bandorê li rûmeta karker jî dike. Karker bi xwêdana eniya xwe dixebite, bi şerefa xwe dixebite. Karker divê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ji bo vê jî têkoşîn divê. Ev têkoşîn jî divê têkoşîneke rêxistinbûyî be."    MA / Kadîr Guney