Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan 2021-01-21 09:23:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî daxuyaniya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a der barê reforma darazê de, bi dehan Kurd û siyasetmedarên HDP'ê û ESP'ê hatin girtin û şandin girtîgehê.  Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê nû Joe Bîden ku di 3'yê Mijdara 2020'an de hilbijartin qezenç kir, di 20'ê Çile de bi awayekî fermî dest bi kar kir. Piştî Serokê berê Trump têk çû, bandora xwe li ser siyaseta Erdogan û Tirkiyeyê jî kir. 10 roj piştî hilbijartina DYA, Erdogan siyaseta xwe guhert û dîsa berê xwe da Yekîtiya Ewropa. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdoan, 10 roj piştî hilbijartina DYA di 13'ê Mijdara 2020'an de li 7'emîn Kongreya AKP'ê ya Tekîrdagê ku li Stadyuma Namik Kemal pêk anî, peyama seferberiya reformê da û got: "Wezaretên me û saziyên me li gel kesên nêzî xwe, bi hevkarî û diyalogê, di qada hiqûq û aboriyê de dest bi serdema reformek nû dikin. Welatekî di aporî de ne bi hêz be, nikare destkeftiyên din biparêze..."    Erdogan dîsa di 7'ê Kanûna 2020'an de bi rêya vîdeo peyam ji Zîrveya Veberdêr a Navneteweyî ku Komeleya Veberdêran a Navneteweyî (YASED) li dar xistibû re şand. Erdogan di vê peyamê de gotibû li Tirkiyeyê di qada hiqûq, demokrasî û aboriyê de dest bi seferberiya reformê kirine.  Piştî vê gotina Serokomar Tayyip Erdogan qeyrana aborî, demokrasî û hiqûqê bêtir kûr bû. Erdogan gelek carên din li deverên din heman peyam da. Lê balkêş e, her ku peyama seferberiya reforma di qada demokrasî, hiqûq û aboriyê de dide, bêtir qeyran kûr dibe. Bêtir mirov têne binçavkirin, girtin û cezakirin. Heqê mazot, gubre, xaza xwezayî, ceyran û gelek fatûreyan zêde bûn. Daxwaza avakirina partiyan tê redkirin û rêya siyaseta demokrasiyê tê girtin. Hikûmetê piştî biryara reformê birya da ku qeyûm tayînî komeleyan bike.  Piştî gotina reforma darazê, di navde endam û rêveberên HDP, ESP, KCD, parêzer, xwendekar, rojnameger, nivîskar, welatî jî hene bi sedan kes hatin binçavkirin. Di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî heye 42 kes hatin girtin.    Mirov dikare bi çend mînakan rewşa piştî daxuyaniya Erdogan a reformê wiha şênber bike.    KUJER HAT BERDAN MEXDÛR 25 SALIN GIRTÎ YE   17 Kanûn 2020: Dadgehê polîs Yakûp Ş. ê ku xwendekarê zanîngeha Meletiyê Kemal Kurkut kuşt beraet kir.    14 Çile 2021:  Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 24 sal in girtî ye, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Dadgehê dîsa Ozkanê nexweş û kal serbest berneda.    SIYASETMEDAR, ROJNAMEGER, JIN Û NIVÎSKAR GIRTIN    15 Mijdar 2020:  Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Nacî Kiziler, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.   18 Mijdar: Endamê PEN'a Kurd nivîskar Nezîr Çakan ku di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatibû binçavkirin, hat girtin.   20 Mijdar 2020: Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hatibû derxistin. 24 jê parêzer 72 kes hatin binçavkirin.    26 mijdar 2020: Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamya Dîndar Karataş, ji ber nûçeyên ku çêkiriye bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    28 Mijdar 2020: Piştî daxuyaniya “reformê” ya Serokkomarê AKP’yî Erdogan, di operasyonên li dijî HDP’ê û muxalîfan destpêkirin de herî kêm 415 kes hatin binçavkirin û 11 kes jî hatin girtin.    2 Kanun 2020: Li Rihayê welatiyê bi navê Şukru Kahraman hat girtin û ew şandin girtîgehê.   3 Kanun 2020: Li Şirnex û navçeyên wê ji 23 siyasetmendarên ku hatibûn binçavkirin 13 kes jê hatin berdan.   7 Kanun 2020: Menîce Îş a dayika sê zarokan bi îdiaya “Ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” cezayê zîndanê lê hatibû birîn û ji ber pejirandina cezayê wê hat girtin.   10 Kanun 2020: Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz ku beriya 2 rojan hatibûn binçavkirin li navçeya Cizîrê hat girtin.    19 Kanun 2020: Li Edenê, ji 5 welatiyên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin yek jê hat girtin.    21 Kanun 2020: 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven di 21'ê kanûnê de 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştî caza birî Leyla Guven di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê.    24 Kanun 2020: Endamê Meclîsa ESP’ê Ûgûr Ok bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.    30 Kanun 2020:  Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.”   1 Çile 2021:  Li Edeneyê 2 kes jê hemwelatiyên Kobanê 3 welatî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   8 Çile 2021: Nûçegihanê me Mehmet Aslan, ji ber nûçeyên ku çêkirine hat girtin. Gava Aslan ji edliyeyê derxistin, diyar kir ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em ê tim bidin dû heqîqetê."    10 Çile 2021: Li Lîcê, Mehmet Şah Bozkuş ê ku piştî operasyona eskerî hatibû binçavkirin, hat girtin.   16 Çile 2021: Kasim Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Polîsan kurekî wî kuştin, yek jê ji ber cezayê girtîgehê bû penaber û yek jê jî ji ber tahdeya li malbatê tê kirin terka malê kir û ji zû de xeber jê nayê girtin.    18 Çile 2021: 47 endam û rêveberên ESP'ê yên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin. Ji 47 ESP'îyan 5 ESP'î hatin girtin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Prz Ozlem Gumuştaş û Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde 42 ESP'î jî bi kontrola edlî hatin berdan.    18 Çile 2021:  Operasyona eskerî ya di 9’ê Çileyê de li çoltera Licê dest pê kiribû, dewam dike. 8 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.