Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin 2021-01-21 16:30:46   STENBOL – Serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo muwekîlê wan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.        Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye Newroz Ûysal, Faîk Oztrak Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, îro danê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta qedexeya 6 mehan hat redkirin.    Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di navbera 2’ê gulan û 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.